Languages: English ‏سۆرانی‎

SERXWEŞÎ Ji Bo Malbata Keremê Anqosî û Gelê Kurdistanê

Rojnameger, nivîskar, weşanger, stranbêj, rewşenbîr û her wiha awazdanêrê strana “Lêxin Birano Lêxin”, Keremê Anqosî, êvara çûyî li Tiblîsa paytexta Gurcistanê, koça dawiyê kir û çû ser dilovaniya xwe.

Koça dawiyê ya berpirsiyar û kedkarê Beşa Kurdî yê Radyoya Êrîvanê Keremê Anqosî, em gelekî xemgîn kirin. Ked û xizmeta gorbihişt Keremê Anqosî, ji aliyê gelê kurd ve ti carê nayê jibîrkirin.

Em dibêjin bila serê gelê Kurdistanê, malbata, dost û hevalên wî xweş be.

Komîsyona Ziman, Perwerde, Çand û Hûnerê ya-KNKê