Languages: English ‏سۆرانی‎

Sersaxî ji bo malbat û hevalên Nîna (Nahîd) Ahmadî

Bi xemgînî me nûçeya derbarê koça hevala heja û giranbiha Nîna Nahîd Ahmedî de girt. Wek jineke çalak hevala Nîna heya dawîya jîyana xwe dest ji xizmeta ji bo doza Kurd û Kurdistanê berneda.
Nîna Ahmadî di nav şoreşa Rojhilatê Kurdistanê de jî cîhe xwe girtibû. Di dema zîndanên Îranê de jî li berxwe da. Piştî ku mecala jîyanê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê nema hevala Nîna li Avusturya (Nemsa) bû penaber. Lê, ji bo xizmata doza azadîya Kurdistanê hevala Nîna sînor nasnekir û erkên xwe yên welatparezîyê li Ewropayê berdewam kir. Li Avusturyayê jî hevala Nîna Ahmadî xwest bi karên diplomasiyê gelê Avusturyayî bike dostê tekoşîna azadîya Kurdistanê.

Piştî komploya navdewletî ya li dijî rebêrê KCKê birêz Abdullah Ocalan, hevala Nîna berê xwe da şoreşa Bakûrê Kurdistanê. Hevala Nîna çend sal wek endama KNKê derbarê yekîtîya neteweyî de jî xwedî helwest bû. Her wiha bi salan di Medya ê Roj TV de, bi bernameyên xwe xwest pirê di navbera çar beşên Kurdistanê ava bike. Her tim xwest beşeke Kurdistanê ji qezencên beşên din sûd werbigirin. Hevîya hevala Nîna ew bû ku destkeftîyên beşên din ên Kurdistanê bibin binesazîya serkeftina gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê.

Heya bêhna xwe ya dawîye jî xwedî berxwedana Leyla Guven derket û di nexweşxanê de jî peyama serkeftinê ji bo çalakgerên gireva birçîbûne şand.

Nîna Ahmedî bi kûranî felsefeya jîyana azad a rebêrê KCKê birêz Abdullah Ocalan bi bandor bibû. Wateya jîyana azad wek jin û Kurd di felsefeya wî de keşif kiribû.

Di peyama xwe ya 1ê Adara 2019 an da wiha dibeje:
“Di serî de di kesayeta Leyla Guven û hemû hevrêyên din ên li Kurdistan û Ewropayê, dîsa li her derê ji bo nirxên xwe, ji bo Rêbertiya xwe bi dirûşma ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ ketin grevên birçîbûnê, gaveke mezin avêtin. Rêz û silavên xwe ji bo wan dişînim. Nexweş im, lê bi moral im, ji ber ku hêvî û baweriya min heye, baweriya min bi Rêbertiya min heye. Baweriya min bi wan heye yên ku bi salan in ji bo ramanên Ocalan li ber xwe didin. Hemûyan ji dil û can maç dikim. Vê bangê dikim; Heta Rêber Apo azad bibe li ser lingan bin. Ew jiyan, azadî, rûmeta me ye. Têkoşîna me ya heqîqetê ye.”

Wek Konseya Rêveber a KNKê em tenê dikarin bi serkeftina Kurdan û azadîya Kurdistanê, xem û xeyalên hevala Nîna pek bînin. Wek KNK, daxwaza hevala Nîna a ji bo azadîya rebêrê KCKê birez Abdullah Ocalan em jî wek erkeke neteweyî û niştimanî dinirxînin û di wê derbarê de jî xwedî helwestin.
Wek Konseya Rêveber a KNKê em dubarê di serî de sersaxî ji malbata hevala Nîna û gelê Kurd re dixwazin. Bila cihê wê bihuşt be!

Sersaxî Nîna Ahmadî Soranî
Konseya Rêveber a KNKê