Languages: English ‏سۆرانی‎

Sersaxî ji bo Koça dawî ya Mamoste Kerîm Findî

Silav li giyan û pênivîsê te bin û malî ava!

Îro 5ê sibatê 2023 mamoste, nivîskar û rewşenbîrê kurd “Kerîm Findî “ koça dawîyê kir. Bi wefata mamoste em di Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de, xembar bûn, herweha xem kete nava tev rewşenbîr û nivîskarên kurdistanê, nexasme yên behdînan. Jibo vê: Em sersaxîyê ji gele Kurdistanê bi giştî dikin û ji malbat û dostên wî retaybetî sersaxîyê dixwazin.
Mamoste Kerîm Findî nivîskar û vekolînerekê dewlemendê buwarên wêje, ziman û rewşenbîrî yê başûrê Kurdistanê ye. Mamoste bi dehan pirtûk û nivîs li ser giştî ziman, wêje, ziman û rewşenbîrîyê diyarî û pêşkeşê pirtûkxaneya kurdî kirin. Di warê mamostayetîyê jî de fêrker û perwerdekarê çendîn nivşên xwendevan. wêjevan, nivîskar û akademîsyonên devera behdînan bû.

Silav li giyan û ked û pênivîsê te bin û rêya wexera te rohnî vekirî be.
Serê malbat û dost û şagirtên te sax û serferaz be.

Komîsyona Ziman, çand û perwerde ya
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê
05 Sibat 2023 – Broxsel