Languages: English ‏سۆرانی‎

Sersaxî bo malbata Se´îd Gabarî û hezkiryên hunera Kurdî

Mixabin îro 4ê Gulana 2020an hunermendê dengbêj Se´îd Gabarî bi 65 saliyên jiyana xwe û bêdereke 50 salên xizmeta huner û muzîka kurdî, koça dawîyê kir.

Wî di jiyana xwe ya hunerî de bi sedan awaz û sitranên gelerî – folklorî gotin û bi tomarkirî parastin. Gabarî melevanekî şarezayê sitran klasîk û folklorê kurdî bû. Hunera wî selîqeyeke kurdane ya taybet û resen bû, taybetmendiyek wisa di hunera dengbêjiyê de kir ku di demek kin de cihê xwe di dilê hejêkerên sitrana kurdî de girt. Wî ji dil û can hunera xwe digot û bi his û zimanekî rewan diafirand.

Seîd Gabarî di malbatek welatparêz de mezin bû, çendîn car hatîye zindan kirin û eşkence dan. Lewma tevlî jiyana derbiderî û zehmetî û xerîbîyê bû û sitranên welatparêzî jî digotin û jiyara xwe ya pir astengî derbaz dike. lew li dawîyê ew kul û bertengiyên jiyana wî, tev de dibin êş û keser û nesaxî û jiyanê jê distîne û dikuje.

Lê bi wexera xwe, ew tenê bi laş û fîsîkî winda bû û huner û sitran û berhemên wî bi parastî û tomarkirî û zindî dimînin hunera klasîk û gelerî ya kurdî dewlemendtir dike û ronahîyekê dide çand û musîka kurdî.

Silav li giyanê hunermend Se´îd Gabarî û sersaxîyê ji malbata wî hunera kurdî re dixwazin.

Komisyona Ziman, Çand û Perwerdê ya KNKê