Languages: English ‏سۆرانی‎

Sersaxi bo Husên Qasim Silêman

Daxûyanîya Çapemenî 27.09.2013- Me bi xemeke mezin mirina endamê KNKê Husên Qasim Silêman bihîst. Neteweperwer û welatparêzê hêja Husên Qasim Silêman 25ê vê mehê [25 Îlon 2013] li nexwesxaneya bajêrê Bocholt li Elmanyayê mirîye. Husên Qasim ev demekî dirêj bû ku tedawîya nexwesîya kanserê didît û gelek mixabin jê xilas nebû û ji nav me koç kir.

Husên Qasim ji Dêrika Basûra Kurdistanê ji gundê Xana Serê ye û eve demekî dirêj e ku li Elmanyayê dijîya. Wî ji bo rizgarîya welatê xwe, ji bo azadîya xelkê xwe bi fedakarîyeke bilind xizmet kir, têkosîn da. Di nav gelek partî û organîzasyonên polîtîk û sivîl da kar û xebateke bê westan bi cih îna. Ji 2001ê heta 2007ê ji kontenjana Partîya Çepê Kurdê Sûrîyê bû endamê KNKê û ji 2008ê pêve jî wekî welatparêzekî serbixwe endametîya xwe ya KNKê berdewam kir. Digel xebat û têkosîna doza Kurd û Kurdistanê, di nav polîtîka Elmanyayê da jî aktîv bû. Di nav refên Die Linke da karê xwe yê polîtîk, di nav Amnesty International da jî xizmeta sivîl ya dilyarî dikir. Li bakura Elmanyayê di nav Platforma Kurdên Hamburgê da jî gelekî aktîvî bû. Husên Qasim heta axirîn bêhna xwe, di nav nivînên nexwesîyê da jî desteka xwe ya ji bo xebat, têkosîn û serkevtina soresa Rojavaya Kurdistanê domand.

Em wekî KNK bi mirina endamê xwe, neteweperwer û welatparêzê qedir bilind Husên Qasim Silêman gelek bi xem in. Em sersaxîyê didine hemû endamên xwe, malbata wî û hemû heval, dost û kes û karên wî. Bila serê xelkê me, serê malbata wî, serê hemû hezkirîyên wî sax be.

Husên Qasim Silêman ji bo koça dawîyê, 28ê vê mehê [28. 09. 2013] ji ser Amedê ra dê ji bo Rojavayê bête rêkirin. Em bawer dikin ku xelkê me yê Rojavayê dê pêswazîyeke mezin li têkoserê xwe bike û bi merasimeke hêjayî têkosîna wî bispêrina axa Kurdistanê.

Konseya Rêvebir ya KNKê