Languages: English ‏سۆرانی‎

Serokê Parlementa Kurdistana Federal Kemal Kerkûkî

Daxûyanîya Çapemenî  21.08.2009- Birêz Kemal Kerkûkî, Pistî hilbijartinên 25ê Tîrmehê, parlementa Kurdistana Federal 20ê Tebaxê kombûna xwe ya sûndxwarinê pêkîna û hûn jî wekî serokê parlementê hatin hilbijartin. Em we û hemû parlementeran ji dil pîroz dikin. Wekî hûn jî dizanin, parlement di avakirin û rêvebirina demokrasîyan da cihên paye bilind in. Parlement temsîla wijdana demokratîk ya xelkî dikin û bi nave xelkî mîsyonê temsîlîyet û desthilata xelkî pêktînin. Em bawer dikin ku parlementa Kurdistana Federal jî di bin serokatîya we da dê bi van bihayên mezin yên demokratîk rol û erkên xwe bîne cih û bibe mabeda desthilata xelkê Kurd û hemû xelkên li Kurdistana Federal û herweha di têkosîna parastina maf û berjewendîyên neteweyî yên Kurd û Kurdistanê da jî roleke pozîtîv bileyize.

Bi van bîr û hiziran em careke dî we pîroz dikin û daxwaza serkevtinê ji bo we û timamî parlementê dikin.

Digel rêz û silavên me yên germ û gur.

Konseya Rêvebir ya KNKyê
21.15.2009