Languages: English ‏سۆرانی‎

ŞERÊ DEWLETA TIRK U ÎRANÊ BÛYE SERÊ LI DIJÎ JINÊN KURD

Komisyona jina ya KNKê di serî de 8ê Adara jinên şehîd yên Kurdistan, dayikên şehîdan, jinên şoreşger, berxwedêr û çalak pîroz dike. Di 8ê Adar 2021an de asteya tekoşîna jinên Kurd him li Kurdistan, him li Rojhilata Navîn û him jî li cîhanê beramberê hemû êrîşan bûye cîhê hevî û bawerîye.

Wek di dîrokê de îro jî dewletên dagirker hem siyaseta dagirkirin, qirkirin û metîngeriyê li ser Kurdistanê dimeşînin û him jî heman siyasetê bi rêyên taybet li dijî jinên Kurd pek tînin. Bi qasî ku hêza Kurdan pêş dikeve, ew qas jî êrîş zêde dibin. Bi qasî ku hêza jinên Kurd pêş dikeve, ew qas jî êrîş li ser wan zêde dibin.Balkêş e ku êrîşên dagirkeran li dijî jinên Kurd di salekê de pir zêde bûnê. Jinên Kurd li alîyekî bi siyaseta kuştin, girtin, destdirêjiyê re rû bi rû ne, li aliyê din jî, êrîşên mêrên Kurd li ser jinan bi pêş dikevin.

Îro dewleta Tirk û Îran di qeyranên giran de dijîn. Lê, civak û jinên Kurd her diçin di Rojhilata Navîn û asta cihanê de dibin xwedî hêz, hêza avakirina aştî, demokrasî û pêşketinê. Mixabin him dewlet him jî mêrên ku desthilatdariya wan rizyane û ketine nava qeyranan, bi tundî li dijî jinan dixwazin hebûna xwe biparêzin. Ji ber ku hîmê baviksalarîyê binesaziya nasnameya dewlet û mêranê.

Şerê Dewleta Tirk yê li dijî jinên Kurd şerêkî îdeolojîk e, ji ber ku jinên Kurd nahêlin rejîma faşîzan pêş bikeve û Kurdistan dagirbike. Hedefa îdeolojiya rejîma AKP-MHPê koletiya jinan e.

Dewleta Tirk edî bi erîşên xwe sînoran nas nake, erîşê Rojava û Başûrê Kurdistan jî dike. Di heman demê de jî, bi rêya çeteyan di serî de li Efrîn û tevahiya Rojava û Bakûr û Rojhilatê Suriyê jinên Kurd kirine hedef. Li Efrînê bi kuştin, windakirin û destdirejiyê tola xwe ji jinên Kurd ên ku DAÎŞ têkbirin, digre. Bi dronan jinên siyasetmedarên jin qetil dike. Her wiha bi rêya çeteyan jinên Ereb yên ku li gel xwîşkên xwe yên Kurd tekoşîna azadîya jinên Ereb dimeşînin, jî dikuje. Piştî komkujiya Parîsê ya li dijî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemazê, îro jî bi rêya hêzên xwe yên taybet gefan li jinên Kurd yên ku di sîyaseta Ewropayê de çalak in, dike.

Li Bakûrê Kurdistanê bi awayekî sîstematîk stratejîyekê li dijî jinên Kurd pêş dixe. Zîndanîkirina bi hezaren jinên Kurd yên sîyasetmedar, dayîken aştîyê û bi geflêxwarina jinên parlamenter û çalakwanan dixwaze jinên Kurd bitirsîne, daku bêdeng bike. Dewleta Tirk ji hêza jinên Kurd ditirse, ji ber ku jinên Kurd wek pêşeng li pêşîya siyaseta qirkirina civaka Kurd radiwestin û her wiha civaka Kurd bi rihê berxwedanê zîndî dihêlin. Rejîma baviksalarî ya AKP-MHPê ya Tirk dixwaze îdeolojiya baviksalarîyê li ser hemû civakê ferz bike, daku civakê teslîm bigre. Mêran dike dijmin û kujêrên jinan. Bi rêya yasa û ragihandinê jî karên kujerîya jinan hêsan dike.

Dewleta Tirk şerê xwe yê li dijî jinên Kurd, li Başûrê Kurdistanê jî bi şêwazekî din dimenşîne. Bi rêya televizyon, fîlm, reklam û sazîyên bi navê çandî, dixwaze peşîya rihê berxwedana jinên Kurd yên ku li dijî zalimên wek Saddam têkoşîn kirine, bigre. Her bi siyaseta bişaftine wek zimanê Tirkî, Tirkbûyine peşbixe sîyase. Jinan dixwaze di malan de zîndanî bike û bike koleyên mêran. Mixabin di civaka û siyaseta Kurd de jî, huqumraniya baviksalarî berdewam e û ew jî, li pey afirandina jina kolê ye. Jinên ku koletiyê red dikin, tên kuştin, piçûkxistin û tecrîtkirin. Di sîstema aboriyê de rewşa jinan berbiçav nayê girtin. Hiqumet û sazîyên Başûrê Kurdistan de cîhên jina heme hema tune. Êrîşên leşkerî ya dewleta Tirk bi armanca dagirkirine alozî û bê aramîbûyine barekî taybet daydine liser pişta jina. Di bombebaranên dewleta Tirk çendin jinên Kurd hatin kuştin û birîndarkirin.

Jinên Ezîdî trauma komkujiya Şengalê he derbas nekirine jî, îro dîsa di bin gefên dewleta Tirk de ne. Bi peymanên navdewletî dixwazin dîsa jiyana Ezîdiyan û bi taybet ya jinên Ezîdî careke din bi şerekî bikin bin xeterîye.

Rejîma dagirker ya Îranê jî îsal êriş, girtin, îşkencekirin, îdamkirina jinên Kurd zêdetir kirin. Ji ber ku jinên Rojhilatê Kurdistanê hem di asteya civak, parastin û him jî di siyasetê de xwedîyê cihekî girîng in, hewl dide jinan bitirsîne û bêdeng bike. Armanca rejîma Îranê dîyarê, dixwaze bi bê dengkirina jinên Kurd civakê jî bêdeng bike. Ji ber we jî berxwedan û zindîbûyina jinên Kurd misogerîya pêşêroja azad ya Rojhilate Kurdistan ye. Bi bahaneya Coronayê aboriya Rojhilatê Kurdistanê tek biriye. xizanî her diçe rewşa civakê serûbinî hev dike û bi taybet barekî pir giran dide ser mile jinan.

Em bi munasebta 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cihanê banga hemû jinên Kurd dikin ku li dijî dagirker û mêtinkeran îsal dakevin qadan û bibin pêşengên serhildanên neteweyî.

Komisyona Jinan ya KNKê