Languages: English ‏سۆرانی‎

Şape ya (Aşût) Miksê, Encama Pilîtîkayên Dagîrkera ye

Van herdu rojên derbazbûyî de, li herêma Miksê (başûrê Wan ê) du şapeyên mezin li ser gelê me de hatin. Heta niha êjmara kesên jiyana xwe ji destdayî gihîştîye 39 kesan, dehan birîndar hene û gelek kes jî wîndayî ne.

Bi vê munasebetê em weke KNK, kesên jiyana xwe ji destdayî re rehmetê, ji malbatên wan û gelê Kurdistanê re sersaxîyê, ji birîndaran re şifayê dixwazin. Herweha em hêvî dikin ku kesên windayî bi sax û silamaet bêne dîtin.

Ev karesateke mezin e. Raste şape boyereke xwezayî ye, lê mirov dikarin li hember van boyeran tedbîr bigrin. Mikis herêmeke berfîn e. Pêwîste rêveberî gorî rewşa herêmê tedbîran bigre. Lê diyare tedbîrên pêwîst nehatine girtin. Ev polîtkayek ya dagîrkera ye. Ew ji gel re xizmetê nakin, dixwazin gelê herêmê herdem di bin tehdîtan de bin û ew herêm bêne valekirin.

Agahdarîyê ji herêmê têne, sedemê vê karesata mizin li gel rayedarên herêmê yek jê jî mesulên AKPê yên herêmê ne. Ewan di van rojên ku berfek zêde hatî de tedbîrên pêwîst negirtine û berê xelkê dane vê herêmê û bûne sedemê vê karesata mezin.

Li Miksê karesateke mezin qewimîye. Pêwîstî bi destek û pişgirîyê heye. Em bang li gelê xwe dikin ku bi hemî awayî xwedî li mexdûrên karesatê derkevin û ji gelê herêmê re bibin alîkar.

Hêvîya me ewe kesên windayî bi sax û silamet bêne dîtin. Em carek din, ji malbat û gel re sersaxîyê, ji birîndaran re şifayê dixwazin.

Silav û rêz

Konseya Rêvebir ya KNKê