Languages: English ‏سۆرانی‎

Salvegera êrîşa dewleta Tirk ya li ser Efrînê

Îro yekemîn salvegera êrîşa dewleta Tirk ya li ser Efrînê ye. Sala par weke îro, hêzên dewleta Tirk bi hemî quweta xwe û bi hevkarên xwe yên Selefîyên terorîst ve, êrîşeke hovane anîn ser herêma Efrînê. Di vê êrîşê de hedefa hêzên dewleta Tirk, ne tinê hêzên leşkerîbûn, jin, zarok, kal û pîr hemî gelê Efrînê, ji xwe re kirin amanc û hemî pîvanên huqoq û mirovahîyê binpê kirin. Di êrîşa Efrînê de, ji bilî kesên xwedî wijdan û dostên Kurdan, hêzên serdest yên Cihanî bê deng man û êrîş temaşe kirin.

Li hember vê êrîşa hovane, hêzên YPG/YPJê bi fedakarî û bi qehremanîyek mezin û bê hempa, li berxwedan û demeke dirêj herêma Efrînê parastin. Li hember hêzeke dehan qat ji wan zêdetir, li hember çekên NATO yên pêşketî, li hember êrîşên hewayî, hêzên YPG/YPJê 58 rojan berxwedanek gelek xurt kirin. Piştî wêranîyek mezin û şehadeta gekek sivîlan, hêzên parastinê xwe ji navenda Efrînê kişandin û herêm ji teref hêzên dewleta Tirk û selefîyên terorîst ve hate dagîrkirin.

Pêşiya şer, Efrîn herêmek aram û avadankirî bû. Eve deh mehin Efrîn di bin dagîrkerîya dewleta Tirk û hevkarên wê hêzên Selefîyên terorîst de ye. Efrîn niha wêran e û bi hemî awayî hatîye talankirin. Gelê xwecihî yê Efrînê koçbere, di şûna wan de kesên cuda hatine cihkirin û demografîya Efrînê hatîye guherandin. Efrîn cihekî aram û xwedî rêveberîyek demokratîk bû. Niha Efrîn bûye biryargeh û perwerdexana hêzên Selefîyên terorîst. Eve saleke li Efrînê, ji teref dewleta Tirk û hevkarên wê ve, sûcên şer û sûcên dijê mirovahîyê têne kirin.

Ji bo me û ji bo gelê me, doza rizgarkirina Efrînê rojeveke sereke ye. Şerê azadîyê li herêma Efrînê berdewam e. Rêveberîya Rojava, hêzên parastinê û hêzên Kurdistanî, bi biryarin ku Efrînê rizgar bikin. Ev liv û tevger heta Efrîn û deverên din yên dagîrkirî bêne rizgarkirin, wê berdewam bikin.

Bi 1. salvegera berxwedana Efrînê de, em weke KNK:
•Sêrî de şehîdên Efrînê û hemî şehîdên azadîyê, bi rêz û hurmet bîr tînin û li hember bîranîna wan bejana xwe di tewînin.
•Em berxwedan û şervanên Efrînê silav dikin. Emê bi hemî awayî xwedî li berxwedan, hêzên parastinê û gelê Efrînê derkevin.
•Ji bo xwedîderketin û rizgrkirina Efrînê, em bang li gelê xwe dikin ku bi hemî awayî mil bi milê rêveberîya Rojava û hêzên parastinê de cihê xwe bigrin, bi awayekî girseyî dakevin kolanan û bala Cihanê bikşînin.
•Herweha em bang li reya giştî ya cihanê dikin û dibêjin; îro roja Efrînê ye, Efrînê û gelê Kurd tinê hêlin û li hember dagîrkerîyê piştgirîya gelê Efrînê bikin.

Bijî Berxwedana Efrîn ê.

KNK Banga KNKê Sorani
Konseya Rêvebira ya KNKê