Languages: English ‏سۆرانی‎

Salroja Cîhanî ya Mafên Mirovan

Roja 10ê Kanûna Pêşîn, salroja Cîhanî ya Mafên Mirovan e. Îro ev roj dikeve nava 71 salîya xwe. 71 sal berî niha, di 10 ê septembera 1948 an, ku hê dinya di serûbendê dûkêl, komir û xwelîya şerê cîhanê ya duyemîn ne qediya bû. Bihna barûda wê hê digeha pozên malwêranbûyî, birîndar û cegerşewitiyên wî şerê bêbext û xwînelû.
Helbet Kurdistan û xelkê wê jî, ji derdeserî û felaketa wî şerî bê behir nebûn. Çawa piştî şerê yekemîn axa Kurdistanê bû qurban û kete ber parçe bûnê û li ser çar welatên hov û na mirovdost de hate parvekirin. Herweha piştî şerê duyemîn yê cîhanê jî gehiştin bi mafên xwe yên bingehîn bi heq nehate dîtin. Mînak: herifandina Komara Kurdistan li Mehabadê, tenê yek sal berî ragehandina vê carnameya Cîhanî ya Mafên Mirovan bû.

Ev Carnameye, ji alî civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve bi piranîya dengan hate qebûl kirin. Piştî berfirehbûna rêxistîya Neteweyên Yekbûyî û girêdana wê bi piraniya welatên Cîhanê re, welatan bendên wê Carnameyê îmze kirin. Di nava wan welatan de her çar welatên dagîrker jî tên dîtin! ku ev bendên Carnameyê tê de, îmze kirîn. Wate razîbûna xwe ji bo wan bend – xalên carnameya mafên mirovan nîşan dane.
Roj li pey rojên vê ragehandinê, ji bo demekê kin be jî, binpêkirina mafên mirovê kurd û Kurdistanî bi neşirîntirîn corên hovatîyê ji alî dewletên dagîrker yên Kurdistanê derbaz nebûne. Heta digehê roja Îro, di demekî de keç û lawên kurd û Kurdistanî li her çar parçeyên Kurdistanê bûne pêşeng û serkarwanê berxwedan û parastina nirxên mirovatîyê li navçeyê û Cîhanê şer kirine û bedelên mezin dan e. Ew li hember hovtirîn û mezintirîn rêxistiya terora Cîhanî ya Daîşê û dewlet û rejîmên namirovdost yên Îraq, Îran, Sûriya û Tirkiya yê, li bin zulm û zordarîyê dene. Her di peravêza vê rastî û maf perwerî û mirovdostîya Gelê Kurdistanê:

Dîsan ew pêşêlûkarî – binpêkirina li dijî bendên mafê Mirovan, ewên ji alî dewletên Dagîrkerên Kurdistanê – Îran, Îraq, Sûriye û Tirkiya yê ve tên encam dan, dixîne ber singê rêxistîya Cihanî ya Mafên Mirovan û herweha hemû welat û neteweyên endam di NY da. Her çawa em wan reftar û kiryarên wan şermezar dikin, ew jî bi heman şêwe li gor bendên wê carnameyê, serederî pê re bê kirin û bêne siza dan.
Komara Îslamîya Îranê ji bilî zîndankirin, eşkencedan, revandin, îdamkirin, birçîkirin û hemû pêşêlûkirina Mafên Mirovan li li dijî xelkê me li rojhelatê Kurdistanê tiştekî din bi rewa nabîne û li binpîkirina pîrozîyên mirovîyê berdewam e. Gelê Kurdistanê li hember mezintirîn zulm û zordarîya vê rejîma hov, şovînî û nemirovdost de ye.
Dewleta nijadperesta Tirk, ji bilî cugrafiya dewleta xwe, bi ber çavê dinyayê, tenê siyaseta dije Kurdistan û demokrasî û mirovatîyê di domîne. Wek gurê har leşker û polîsên xwe berdaye giyanê xelkê, bê dadgerî û mehkeme xelkê kurd û Kurdistanî zîndanî dike! Qetluama welatîyan – sivîlan, wêrankirina bajar û gundan encam dide. Piraniya deverên Kurdistanê kirîye navçeyên leşkerî û serbazgeh. Bê minetî sînûran dewletên cîran di şeqîne û çiya, deşt, gund û avahîyên hevwelatiyên sivîl bi bombe û çekên qedexekirîyên nêvdewletî qetlûam dike. Bi balefirên xwe yên şer kampa Mexmûrê ya sivîlan û Şengala wêrankirî wêran tir dike. Bi hevkarîya grubên teroristî yê mîna Daiş û Al Nusre û yên din li rojavayê Kurdistanê demorafîya deverê bi pilan û pîlan diguhure û xelkê resen û xwedîyê axê aware û sererdan dike.

Eve û bi sedan pêşêlûkirina mafên mirovî yên din, li hemberî xelk, hevwelatî û jiyan û proseya siyasî û civakî yên xelkê Kurdistanê û heta li hember jînge – xwezayê wê jî di berdewam in.

KNK e, di roja Îro de, ku roja Cîhanî ya cardana Mafên Mirovan e, tevahîya van pêşêlûkirinên mafên mirovan şermezar dike. Wan dide ber guh û singê welat û neteweyên endam di rêkxistiya, û bang dike ku rêzê li wan bendan bigrin, yên ku sunda mirovatiyê li ser xwarine û di bin de îmze kirin e.

Silav li gelê Kurdistanê, ew gelê ku zêdetir ji sed salane li hember zordarî û pêşêlûkirinên dewletên dagîrker, di xebat û tekoşînê de ye. Ji bo bi destînana mafên xwe bi milyonan Mirov jê re bûne qurbanî. Jînge û cugrafîya – ax wê bi destê pawanxwaz û zordaran bûye meydana mimilanêya dewletên serdest.

Silav li pakrewan – şehîdên Azadîyê û tevaya xelkê Kurdistanê, ewên bi dirêjîya vê dîrokê, sererayê hemû wêrankarîyan, pêdarî û berxwedan û serferazîyan wataya Mirovatiyê ji bo me hiştin.
Silav li zîndanîyên siyasî, çalakvanên mafên mirovan yên di zîndanên dewletên dagîrker de.
Silav li dinyaya sekolar û Mirovdosta Cîhanê û gel û neteweyên aşitî û azadîxwaz.

Salroja Cîhanî ya Mafên Mirovan Pîroz be.