Daxûyanîya Çapemenî 28.12.2008 – Birêzan, 2008, di têkosîn û tevgera azadîxwaz a gelê Kurd de, qonaxeke dîrokî bû. Di vê sala giring û hassas de, gelê Kurd bi têkosîn û berxwedanên mezin û watedar, li çar parçeyên Kurdistanê serketin bidestxist û qonaxên dîrokî derxistin hole. Serketin û destketiyên 2008an, wê ji bo sala 2009an jî, li çar parçeyên Kurdistanê bibin bingeha berdewama serketin û destketiyan.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, 9mîn Civata Gistî, di 13 û 14ê Kanûna 2008an de, li Payîtexta Yekstiya Ewropa Brukselê pêkhat.
9mîn Civata Gistî ya KNKê, helwesta îroyîn ya cîhanê, pêvajoya siyasî û rewsa Kurdistan û dagirkerên Kurdistanê bi berfirehî û kûrayî nirxand. Di encamê de giringî û pêdiviya ‘yekîtiya neteweyî’ weke xala sereke derkete pês û ‘Belgeya Stratejîk a Neteweyî’ hate erê kirin. Ew gavekî pîroz e.
Di nava destketî û serketinan de, nêzîkbûna gelê Kurd û hêzên Kurd ya di “rastî û pêwistiya yekîtiya neteweyî” de, qonaxa herî giring e. Ev, ji bo paserojên gelê Kurd sanazî û hêviyeke mezin e. Lê pêwiste bê zanîn ku, sala 2009an biqasî serketin û desketiyan, windakirin û têkçûnê jî di nava xwe de diragire.
Tê zanîn ku di dawiya sala 2008an de dijminên gelê Kurd, car din ketin nava hewldan û tevgerên ku, li dijî gelê Kurd, li dijî Tevgera Azadîxwaz a Gelê Kurd û li dijî Basûrê Kurdistanê, hevkariyên xwe yên kujerî nû bikin. Ev jî mecburiyeta ku Kurd jî, di pêkanîna Yekîtiya Neteweyî de bikevin nava hewldanan.
Bi vê armancê, em dixwazin ku her Kurd, her hêza Kurd, bi his û ramanê ku Yekîtiya Neteweyî azadiya gelê Kurd e û gihistina utopia paserojên azad û bi rûmetdarî cih girtina di nava malbata cîhanê de ye, tevbigerin.
Pêwiste bê zanîn ku, dijmin di sala 2008an de, di her alî de kete nava zaafiyet û psîkoliyeke têkçûyî. Vê jî îrade û morala gelê Kurd, di radeya herî bilind de derxiste holê. Bi vê mebestê, em ji kesayetî, sazî, dezgeh û hêzên Kurd teva daxwaz û hêvî dikin, ku li nirxên pîroz yên gelê Kurd xwedî derbikevin û bizanibin ku berjewenidyên gelê Kurd, tenê ji aliyê gelê Kurd dikare bên parastin.
Bêguman serketin û destketiyên mezin yên sala 2008an, heyecaneke mezin jî dane gelê Kurd, ku li çar parçeyên Kurdistanê, li meydanên serîhildanan, cîhana ku li hemberî mafê gerdûnî û ademî yên gelê Kurd bêdneg in, bi dengekî bilin û watedar hisyar kirin.
Bi van hest û baweriyan em bang li gel, li kes, li hêz, sazî û dezgehên neteweyî dikin ku li serketin û destketiyên sala 2008an xwedî derbikevin û di sala 2009an de jî, van serketin û destketiyan bêhtirîn zêde bikin, bi hêz bikin.
Bi bawerî û hismendiyeke ku Yekîtiya Neteweyî azadiya gelê Kurd e, bi dilsozî bikevin nava hewldan û kiryarên xêrdînî û erênî, em sersala we pîroz dikin û serketinê dixwazin.
Konseya Rêvebir ya KNKyê
28.12.2008