Languages: English ‏سۆرانی‎

Sala Nû, Sersala 2022an Pîroz Be

Saleke din, sala 2021an digel hemû xweşî û nexweşîyên xwe ve encam dide. Jibo gelê me, bi giştî salekî ya tekoşinê bû. Li her çar alên Kurdistanê sal bi tekoşînek mezin derbaz bû.
Lî Bakurê Kurdistanê, êrîşên dewleta Tirk, di nava vê salê de jî bê navber berdewam kirin. Li hember van êrîşên dijwar, sêrîde hêzên Gerîlla û hemî dînamîkên gelê me, bi fedakarî û qehremanîyek mezin berxwedan û êrîşên wan bê encam hiştin û îdîayên wan derewandin.

Berxwedana evsanewî ya li Metîna, Zap û Avaşîn mohra xwe li salê da. Li Bakur di her warî de berxwedan berdewame. Berxwedana îro li bakurê Kurdistanê tê dayîn, çî li zîndanan, çi li qada sîyasî de û çi li qada Gerîlla de, berxwedaneke pîroz û evsanewî ye.

Li başûrê Kurdistanê, her çend statûyek destûrî ya federal hebi jî, statûya herêmên dabirayî (Deverên madeya 140) ne diyare. Herweha di alê aborî de li Başûr rewşek giran heye û gelê me ne rehete. Di nava vê salê de li Êraqê hilbijartin çêbun û lê guhertinên pozîtîf bi xwe re neanîn. Êraq di nava alozîyek mezin de derbaz dibe.

Paşeroja Êraqê ne diyare. Ev rewş metirsîyan li ser Herêma Kurdistanê jî bi xwe re tîne. ji alê din ve dagîrkerîya dewleta Tirk ya Başûr gav bi gav zêdetir dibe. Ji hemî deman zêdetir pêwîstî yekrêzîyê heye û divê rewş bi baldarîyek xurt bê şopandin û li hember dagirkeran tekoşîn bê zêdekirin.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî, bi hemî awayî têkoşîna azadîyê berdewamkir. Dewleta Iranê jî weke dewleta Tirk, di nava vê salê de êrîşên xwe berdewam kirin û dem dem jî êrîşê başûrê Kurdisntanê jî kir. Rejîma Îranê, li hundir û li derve di nava alozî û pirsgirakan de derbaz dibi. Ev rewş derfetên xurtkirina xebatê bi xwe re tîne. Em hêvî dikin ev rewş, li Îranê bibe sedema guhertinekî demokratîk û li rojhilatê Kurdistanê jî, bibe bingeha azadî û aştîyê.
Li Rojava, eve deh salin satûyek fêîlî heye. Ev deskevtekî mezine û divê bi hemî awayî bê parastin û bê fermîkirin. Heta niha jî rejîma Sûrî, ji çareserîyek aştîyane re ne amade ye.
Dewleta Tirk, gef û êrîşên xwe yên li ser Rojava berdewam dike. Hêzên parastinê, bi hemî awayî di rewşa amadebaşîyê (întîşar-alarm) de ne. Rêveberîya siyasî û îdarî jî, di nav xebateke berfireh yên dîplomasîyî de ne. Rojava, di asta navneteweyî de hingî diçi zêdetir tête qebûlkirin. Pêwîstîya Rojava bi her awayî, bi alîkarîyê heye. Divê hemî hêz û hemî gelê Kurdistanê û hemî dostên Kurdan, ji bo parastina Rojava, şev û roj di nava çalakî û xebatan de bin. Xwedî derketina Rojava, xwedî derketina hemî Kurdistanê ye.

Di dawîya sala 2021an da eger muhasebeya navxweyî bête kirin, digel hemî êş û bedelan û herweha şaşî û kêmasîyên di xebat û têkoşînê da rûdayî da, dîsa jî tekoşîna azadîyê serkevtî ye. Êrîşên dijminan vale hatine derxistin û hatine xetimandin. Hêzên Kurdistanî her bi çi rengî be bila bibe, divêt bi diyaloga navxweyî pirs û pirsgirêkên xwe çareser bikin, bi tifaq û bi hevkarî hewildanên dijmin û dagîrkeran serûbin bikin.

Em hêvî dikin sala nû, sala 2022an bibe dema serkevtinê, bibe dema xewn û xeyalên geş yên gelê me.

Bi van bîr û hiziran KNK sala nû ya hemî Kurd, Kurdistanî û Cihanê pîroz dike.

Konseya Rêvebir ya KNKê