Languages: English ‏سۆرانی‎

Sala Nû, Sersala 2021an Pîroz Be!

Saleke din, sala 2020an digel hemû xweşî û nexweşîyên xwe ve encam dide. Jibo gelê me û bi giştî jibo hemî Cihanê, salekî bi êş û bi zahmetî bû. Nexweşîya koronayê di asta Cihanê de bilavbû û jiyan gelek zehmetkir. Gelê me jî weke gelên din, ji vê nexweşî bi bandor bûn û gelek Kurdistanîyan jî jiyana xwe ji destdan. Ev nexweşî heta niha jî berdewame. Em hêvî dikin mirovahî di demeke zûtir de ji vê nexwşîyê re çareyekî bibîne.

Li milê din jîyan bi hemû rûyên xwe ve, bi başî û xirabîyên xwe ve ber bi pêş diherike. Eve serê sedan salan e ku gelê Kurd ji bo hebûnê, azadîyê, wekhevîyê û jîyaneke bi rûmet têkeoşînek mezin didi. Her demê ji bo gihiştina armanca rizgarî û azadîyê tête serf kirin bihadar e. Gelê Kurdistanê eve demek dirêje ji bo amanca mezin, ji bo rizgarî, azadî, wekhevî û jîyaneke şa û bextewar têkoşîn daye û ev pêvajo berdewam e.

Dijmin û dagîrker hemû hêza xwe bi kar tînin ku herikîna demê di eleyhê Kurdan da encam bidin. Plan, proje û dek û dolabên dijmin û dagîrkeran her diçe zêdetir dibin. Hindî ku neteweya me têkoşîna xwe bilindtir dike, dijmin jî hemû hêza xwe ya êrîşkar aktîve dike. Di sala 2020an de dagirkerên Kurdistanê tifaqa navxwe ya dijê Kurdan, berdewamkirinn û ji bo têkbirina deskevtîyên Kuradan planên reş çêkirin û êrîşê Kurdistanê kirin.

Lî Bakurê Kurdistanê, êrîşên dewleta Tirk, di nava vê salê de jî bê navber berdewam kirin. Li hember van êrîşên dijwar, sêrîde hêzên Gerîlla û hemî dînamîkên gelê me, bi fedakarî û qehremanîyek mezin berxwedan û êrîşên wan bê encam hiştin û îdîayên wan derewandin. Berxwedana evsanewî ya li Heftenînê, mohra xwe li salê da. Li Bakur di her warî de berxwedan berdewame. Berxwedana îro li Bakurê Kurdistanê tê dayîn, çî li zîndanan, çi li qada sîyasî de û çi li qada Gerîlla de, berxwedaneke pîroz û evsanewî ye.

Li başûrê Kurdistanê, piştî dagirkirina Kerkûk û deverên din yên dabirayî, alozî bi temamî nehatîye çareserkirin. Herweha di alê aborî de rewşek giran heye û gelê me ne rehete. Hêvîya me ewe ku di sala 2021an de, gavên çaksazîyê bêne avêhtin û ev pirsgirêk bêne çaresekirin. Êraq di nava alozîyek mezin de derbaz dibe. Paşeroja Êraqê ne diyare. Ev rewş metirsîyan li ser Herêma Kurdistanê jî bi xwe re tîne. ji alê din ve dagîrkerîya dewleta Tirk ya Başûr gav bi gav zêdetir dibe. Ji hemî deman zêdetir pêwîstî yekrêzîyê heye û divê rewş bi baldarîyek xurt bê şopandin.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî, gelê me xweparast û têkoşîna xwe berdewamkir. Dewleta Iranê jî weke dewleta Tirk, di nava vê salê de êrîşên xwe berdewam kirin. Îran di nav xwe de û li gel hêzên mezin yên Cihanî, pirsgirêkên mezin jiyan dike. Ev pirsgirêk li hundir û li derve, hingî diçin mezintir dibin. Em hêvî dikin ev rewş, li Îranê bibe sedema guhertinekî demokratîk û li rojhilatê Kurdistanê jî, bibe bingeha azadî û aştîyê.

Li Rojava her çiqas deskevtên mezin bi dest ketibin jî, lê heta niha jî stûteyek fermî pêknehatîye. Rejîma Sûrî, ji çareserîyek aştîyane re ne amade ye. Dewleta Tirk, gef û êrîşên xwe yên li ser Rojava berdewam dike. Hêzên parastinê, bi hemî awayî di rewşa amadebaşîyê (întîşar-alarm) de ne. Rêveberîya siyasî û îdarî jî, di nav xebateke berfireh yên dîplomasîyî de ne. Pêwîstîya Rojava bi her awayî, bi alîkarîyê heye. Parastina deskevtên Rojava, di rojeva Kurdistanê de xala sereke ye. Divê hemî hêz û hemî gelê Kurdistanê û hemî dostên Kurdan, ji bo parastina Rojava, şev û roj di nava çalakî û xebatan de bin. Xwedî derketina Rojava, xwedî derketina hemî Kurdistanê ye.

Mixabin di nava vê salê da, li başûrê Kurdistanê, di nav hêzên Kurdistanî de alozî derketin. Alozî hate astekî ku metirsîya şerê navxweyî pêkbê. KNK û gelek derdorên dijê alozî û şerê navxweyî, ketin hareketê. Bi ligerînên aştî û diyalugê, helwesta gel ya dijî şerê navxweyî, ev alozî hinekî kêmkirîye. Lê heta niha jî berdewame. Di vî warî de ligerînên me yên aştî û diyalogê jî berdewamin. Di sala pêşîya me de xaleke sereke ewe ku alozîyên di nav hêzên Kurdistanî bi riya diyalogê bêne çareserkirin. Ev xebata me ya lezgîne.
Di dawîya sala 2020an da muhasebeya navxweyî bête kirin, gelê Kurdistanê digel hemû êş û jan û birîndarîyan û herweha şaşî û kêmasîyên di xebat û têkoşînê da rûdayî da, dîsa serkevtî bûne. Kurd, di nav çembera ji agir ya ku dijmin û dagîrkeran vêxistî da, têkoşînek pîroz û bi rûmet didin û serkevtî ne. Di vê serkevtina neteweya me da, dijminan rikeberîyên xwe danîne alîyekî û dîsa ve li ser têkbirina destkevt û hebûna xelkê me planan çêdikin. Ji alîyê Kurdistanîyan ve îro armanc, têkbirina vî planê bêyûm yê dijmin û dagîrkeran e. Ev jî dê bi tifaqa navxweyî ya mezin çêbe. Di şerê Rojava de, gelê me li seranserê Kurdistanê û derveyî welat, di nav xwe de yekdengîyek xurt pêkanî. Em hêvî dikin ev yekdengîya gelê me bibe bingeha yektîyek siyasî. Kurd her bi çi rengî be divêt bi diyaloga navxweyî pirs û pirsgirêkên xwe çareser bikin û bi tifaqdarî van hewildanên dijmin û dagîrkeran serûbin bikin.

Em wekî KNK gelek bi hêvî ne ku gelên Kurdistanê dê sala nû, sala 2021an jî bikine sala xebat û têkoşîneke mezintir û bilindtir. Paşeroja neteweya me ronahîye û bi xebat û têkoşîneke fedakarane ber bi vê ronahîyê ve dem diherike. Destkevtên heyî, nîşandana îradeya serkevtinê ne. Bila gelê me hêvîdar be.
Em hêvî dikin sala nû, sala 2021an bibe dema serkevtinê, bibe dema xewn û xeyala geş ya gelê me.

Sala nû, sala 2021an bila ji bo mirovahîyê pêkve bibe dema aştî, aramî, azadî, demokrasî û wekhevîyê.

Bi van bîr û hiziran KNK sala nû ya hemû Kurd, Kurdistanî û Cihanê pîroz dike.

Konseya Rêvebir ya KNKê