Languages: English ‏سۆرانی‎

Sala Nû, Sersala 2017ê Pîroz Be

Saleke dî, sala 2016ê digel hemû xweşî û nexweşîyên xwe ve tête oxir kirin.

Li milê dî jîyan bi hemû rûyên xwe ve, bi başî û xirabîyên xwe ve ber bi pêş diherike. Di jîyana neteweyê Kurd û hemû Kurdistanîyan da pêşveçûna demî manayeke cuda dide. Eve serê sedan salan e ku Kurd, Kurdistanî bo hebûnê, bo azadîyê, wekhevîyê û jîyaneke bi rû rûmet qîmetê herî mezin didine demî. Her demê ji bo gihiştina armanca rizgarî û azadîyê tête serf kirin bihadar e. Kurd û Kurdistanîyan ji kûrahîya dîrokê were bo armanca mezin, bo rizgarî, azadî, wekhevî û jîyaneke şa û bextewar têkoşîn dayîne û ev prosese berdewam e. Kurd û Kurdistanî hêj bi timamî negihiştina van xwezî û daxwazên xwe yên rewa. Lê belê, her sal ji sala berê gaveke dî nêzîkî vê armanca pîroz dibin. Her sal hêvîya Kurd û Kurdistanîyan zêdetir, geş û gurtir dibe. Çerxa demî di lehê xwezîyên Kurd û Kurdistanîyan da dizivire. Di pêşveçûna her xeleka demî da Kurd û Kurdistanî di dereceya kêm da jî be qazanc dikin.

Dijmin û dagîrker hemû hêza xwe bi kar tînin ku herikîna demî di eleyhê Kurd û Kurdistanîyan da encam bidin. Lê eve êdî mumkun nîne. Di vê prosesa têkoşînê da ketûrabek bête jîyan jî, ji bo neteweyê me nîşaneya demî ber bi pêş e. Sala 2016ê jî di xaneya Kurdan da demekî berzekirî nîne. Êrişkarîya dijmin û dagîrkeran zerar û ziyan gihandibe xelk û welatê me jî, berxwedaneke efsanewî hatîye nîşandan û serkevtin dîsa ve ya gelê me bûye.

Plan, proje û dek û dolabên dijmin û dagîrkeran her diçe zêdetir dibin. Hindî ku neteweyê me têkoşîna xwe bilindtir dike, dijmin jî hemû hêza xwe ya birandêr aktîve dike.

Di dawîya sala 2016ê da muhasebeya navxweyî bête kirin, Kurd û Kurdistanî digel hemû êş û jan û birîndarîyan û herwisa şaşî û kêmasîyên di xebat û têkoşînê da rûdayî da dîsa ve serkevtî bûne. Gotina serkevtinê kilîl e û divêt li ser vê gotinê hevbîr bin. Kurd di nav vê çembera agirî ya ku dijmin û dagîrkeran vêxistî da têkoşîna mayîneke bi rûmet didin û serkevtî ne. Kurd û Kurdistanî divêt mutleq serbikevin. Çu rêyên dî nînin û di doza Kurdistanê da ji serkevtinê pê ve alternatîv nînin. Di vê serkevtina neteweyê me da dijminan rikeberîyên xwe dayîne alîyekê û dîsa ve li ser têkbirina destkevt û hebûna xelkê me planan çêdikin. Ji alîyê Kurd û Kurdistanîyan ve îro armanc têkbirina vî planê bêyûm yê dijmin û dagîrkeran e. Eve jî dê bi tifaqa navxweyî ya mezin çêbe. Kurd û Kurdistanî her bi çi rengî be divêt bi diyaloga navxweyî pirs û pirsgirêkên xwe çareser bikin û bi tifaqdarî van hewildanên dijmin û dagîrkeran serûbin bikin.

Em wekî KNK gelek bi hêvî ne ku Kurd û Kurdistanî dê sala nû, sala 2017ê jî bikine sala xebat û têkoşîneke mezintir û bilindtir. Paşeroja neteweyê me ronahîye û bi xebat û têkoşîneke fedakarane ber bi vê ronahîyê ve dem diherike. Destkevtên heyî, nîşandana îradeya serkevtinê bi serê xwe têrê dike ku gelê me hêvîdar be.

Hêvî dikin sala nû, sala 2017ê bibe demê vê xewn û xiyala geş ya gelê me.

Sala nû, sala 2017ê bila bo mirovahîyê pêkve bibe demê aştî, tenahî, azadî, demokrasî û wekhevîyê.

Bi van bîr û hiziran KNK sala nû ya hemû Kurd, Kurdistanî û Cihanê pîroz dike.

Peyma sala nu 2017 -Sorani
Konseya Rêvebir ya KNKê
31 Kanûna Pêşîn [December] 2016, Bruksel