Languages: English ‏سۆرانی‎

Ronahîya Kurdistanê Tarîtîya DAIŞê Pûç Kir

DAIŞê, wekî hêzeke reş û tarî ji Iraqê heta başûrê Kurdistanê, ji wê derê heta navenda Sûrîyeyê û rojavayê Kurdistanê, di navçeyeke fireh da teroreke bê tixûb da dest pê kirin. Di navçeyên Erebnişîn da, Ji Enbara Iraqê heta Reqqaya Sûrîyeyê, sîstemekî hind zalim û qatilane ava kir ku Cihan ti caran kiryarên wan ji bîr nake. DAIŞê bi navê Dewleta Islamê, sîstema xwe ya terora reş, zalim û faşîst ava kir. Ji gelek alîyan ve esasê hebûna wan zêdetir li ser birandina Kurdan bû. Wan Kurd ji bo xwe tehlîkeya herî mezin qebûl kirin û Kurd kirine nîveka hedefa xwe.

Ev pratîka wan di êrişa wan ya 2014ê ya li ser Mûsil, Şingal, Mexmûr û Kobanî da bi vekirî hate dîtin. Herwisa li navçeyên Dêrezor-Reqqayê heta Minbiçê jî, sîstema xwe ya xwûnavî bi cih kirin û jîyan li xelkê vê navçeya fireh heram kirin.

Di vî midehî da Kurdan û tifaqdarên wan yên ji xelkê xwecih, Asûrî-Suryanî-Kildanî, Ermenî, Ereb û yên dî, pêkve organîze bûn û beramberî DAIŞê berxwedaneke xurt nîşandan.

Herweha koalisyoneke navneteweyî jî, di vê prosesê da xwe organîze kir û bi xebateke paralel û hevrayî ya digel hêza Kurdan, êrişên DAIŞê hatin bilav kirin.

Dijî vê hovîtîya DAIŞê ji başûrê Kurdistanê heta rojavayê Kurdistanê tifaqeke neteweyî û niştimanî jî pêkhat. Li seranserê Kurdistanê û meydana dîasporaya Kurdî jî, pêla piştevanîyê bilind bû. Ji hêzên gerîlla heta pêşmergeyan, di xeta parastina Kurdistanê da enîyeke berxwedanê pêkhat. Bi taybetî di parastina Şingal, Mexmûr, Kerkuk û Kobanîyê da, hêzên Kurdistanê mil bi milê hev têkoşîneke hevrayî nîşandan.

Kobane, ji xwe bû sembola şerê parastina Kurdistanê dijî DAIŞê. Dinyayê jî di vî warî da piştevanîyeke mezin da berxwedana Kobanîyê û hemû Kurdistanê.

Dewleta Tirk, bi awayeke sîstematîk DAIŞ û hêzên din yên tarî destek kirin û berdan pêsîra Kurdan. Dema ku ew hêz têkçûn, bi xwe raste rast kete êrşê û gelek deverên Rojava dagîr kir. Niha jî êrîş û gefên xwe yên li Rojava di domîne.

Ji serê 2015an, bi rizkarkirina Kobanîyê pê ve pişta DAIŞê hate şkênandin. Bi serkevtina Kobanîyê ve, hemû hêzên dijî DAIŞê, di serî da YPG-YPJ, HPG û Pêşmerge, herweha desteka aktîv ya koalisyona navneteweyî, pêkve serkevtina mezin dane dest pê kirin. Cihê şanazîyêye ku ji seranserê Cihanê gelek kesên azadîxwaz û demokrat, di vîşerî de weke şervanên enternasyonal chê xwe girtin û hinek ji wan jî şehîd ketin.

Bi rizgarkirina Şingal, Minbîç, Mûsil û paşê jî bi standina Reqqayê (paytexta xîlfetê) dawîya DAIŞê hate anîn.

Lê belê, nuqteya dawîyê di van rojan da bi hemleya Hêzên Sûrîyeya Demokratîk- QSD li Baxoza Dêrezorê hate danîn. Bi vê operasyona nû ve, ku navê Hemleya Bahoza Cizîrê lê hate kirin, DAIŞ bi pêşengîya YPG-YPJ û berxwedana hemû Hêzên Sûrîyeya Demokratîk û herwisa piştevanîya koalisyona navneteweyî, bi temamî ji nav Sûrîyeyê hate ramalîn û derêxistin. Anku bahoza Hêzên Sûrîyeya Demokratîk toz ji DAIŞê rakir û Baxoza di destê wan da jî, ji destê wan hate rizgar kirin û dawî li vê efsaneya qelp ya DAIŞê hate anîn. Niha DAIŞ, weke hêzeke leşekerî şkestîye û çi dever dibin destê wan de nemane.

Di vî şerî de weke gel, me gelek bedelên mezin dan. Ji seranserê Kurdistanê, ji pêkhateyên Rojava û bakurê Surîyê, piranî ciwan hezaran kesên me jiyana xwe ji dest dan û şehîd ketin. Ev serkevtin bi ked û fedakarîya wan şehîdan pêkhatîye. Bi vê munasebetê di şexsîyeta van şehîdan de, em hemî şehîdên azadîyê, bi rêz û hûrmet bîr tînin û li hember bîranîna wan bejna xwe ditewînin.

Serkevtina Kurdan û hevpeymanan ya beramberî DAIŞê, di dîroka têkoşîna dijî terorê û nijadperestîyê da bûyereke mezin û dîrokî ye.

KNK di serî da xelkê Kurd û pêkve Kurdistanîyan ku fedakarîya herî mezin nîşandan, hemû hêzên parastinê, YPG, YPJ, HPG, YBŞ, Pêşmerge û hêza leşkerî ya koalisyona navneteweyî pîroz dike, ku navçe û Dinya qet nebe di şertên îro da ji vê belaya reş ya DAIŞê xilas kirin.

KNK bi munasebeta têkbirina DAIŞê û vê serkevtina mezin û giring, dixwaze bala pêkve enîya dijî DAIŞê bikşîne ku di prosesa nû ya piştî şkênandina DAIŞê da, baldarîya xwe sist nekin û di navçeyê da dijî hemû hewildanên ku careke dî rê li ber van tehlîkeyan xweş bike, bi hevrayî rawestin û firsetê nedin van alîyên reş û tarî û destekdarên wan.

Di şerê dijê DAIŞ û hevkarên wê de, me bedelên mezin dan û em bi serketin. Ev serkevtineke gelek mezine.
Bi vê munasebetê em bang li gelên Kurdistanê û hemî dostan dikin ku vê serkevtinê, bi dilekî germ û bi coş pîroz bikin.

KNK-Pîrozbahîya Serkevtina Dijî DAIŞê. Sorani
Konseya Rêvebir ya KNKê