Languages: English ‏سۆرانی‎

Rojbûna Îsa Mesîh Cejna Noelê Pîrozbe

Roja bûyîna Îsa Mesîh di cîhana Mesîhîyê da rojeke pîroz e. Bi vê armancê 25ê Kanûna Pêşîn [December] wekî roja bûyîna Îsa Mesîh tête pîroz kirin. Rojên pîroz yên dînî, di hemû dînan da bihadar in, meqbûl in. Her dîn, van rojên xwe yên giring bi coş û şahî û seremonîyên mezin li nav xwe û perêsgehên xwe de pîroz dikin.

Li Kurdistanê nufûseke boş [qelebalix] ya bawermendên Îsa Mesîh û kitêba pîroz Incîlê hene û hevwelatîyên bi qedr û qîmet in. Di nav KNKê da jî hevwelatîyên Îsawî têne temsîl kirin.

Çejna Noelê nîzingê 2000 salane li Kurdistanê tê pîrozkirin û bûye cejneke sereke ya welatê me.

Bi munasebeta vê roja pîroz, KNK di serî da Noela Mesîhîyên Kurdistanê û ya hemû Mesîhîyên dinyayê bi rêz û hezkirineke bilind pîroz dike. Hêvî dikin ev roja pîroz bibe sebebê aştî, aramî, xêr û xweşîya mirovahîyê li her derê cîhanê.

Konseya Rêvebir ya KNKê
24.12.2019