Languages: English ‏سۆرانی‎

Roja Zimanê Zikmakî li hemû kurd û Kurdistaniyan pîroz be!

Li cîhanê roja 21ê Sibatê wek roja Zimanê Zikmakî tê pîrozkirin. Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1999an de roja çalakiya xwendekarên Bengalî, weke roja Zimanî Zikmakî pejirand û bi fermî kire roja Cîhanîya zimanên zikmakî. Em li ser navê Komisyona Ziman, Çand û Perwerdeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistan KNKê, vê rojê wek cejin li tevaya gelên Cîhanê û bi taybet ew neteweyên li ser erdnîgarîya Kurdistanê dijîn pîroz dikin.

Pêwîste kurd jî bi hişmendiya Bengaliyan li zimanê xwe xwedî derkevin! Em di wê baweriyê de ne, heke kurd zimanê xwe azad bikin, dê nîştîmanê wan jî azad bibe. Wate azadiya welat girêdayî azadiya ziman û çandê ye. Lew pêwîste ku em bi vê hoşmendiyê nêzî pirsgirêka ziman bibin.

Dewlemendiya Neteweyan ya herî bingehîn ziman e, ji xwe ziman şengeste û stûnek giringe ji stûnên netewebûnê, her gel û netewe bixwaze neteweyek tendurist ava bike pêwîste bi hestiyarî û ciddî nêzî mijara ziman bibe.
Zimanê Kurdî û zimanên Asûrî – Sîryanî – Ermenî û yên din di dîroka dinyayê de, ji zimanên herî kevnar in. Bi dehan cihên dîrokî yên ku dergûşên şaristaniyê hembêz diken, şopên van zimanan heta roja me ya îro parastine.

Li gorî amarên UNESCU ê, Ji sala 1950an heta niha li Cîhanê 230 ziman mirine û ji nav çone. Tê texmîn kirin, heke bi vî aweyî biçe di nava 100 salên pêş de nezîkî 3 hezar zimanên din jî wê bimirin û nemîn in. Li Cîhana nêzîkî 7 hezar zimanan hene, 2400 ziman ango ji sisêyan yek di bin xeteriya nemanê de ne.

Dîsan li gorî lêkolînên dawîn li bajarên Bakurê Kurdistanê rêjeya axavtina bi zimanê kurdî daketiye û ji sedî 40-45 an. Ev tê wê wateya ku nîvê zimanê kurdî miriye! an jî li ber mirinê ye! Çend sal berê UNESCO yê jî destnîşan kiribû ku zaravayê Kurmancî li hember xeteriyek cidî ye. Di heman dem da li rojhelatê Kurdistanê jî zimanê Kurdî bi hemû zaraveyên xwe ve di bin wê xeterîyê de ne. Helbet dewlet bi zanîn û plan li pişt vê diyardeyê ye. Ev rastî ji bo zimanên asûrî – Syryanî – Ermenî li her çar parçeyên Kurdistanê jî diruste.

Em bang li tevaya sazî û damodezgehên Kurdistanê dikin, ku teşwîqa zimanê kurdî di her warê jijanê de bikin û xwedî lê derkevin.

Komisiona ziman, çand û Perwerdeya – KNK