Languages: English ‏سۆرانی‎

Rêjîma Îranê li ser siyaseta îdamê berdewame

Rêjîma Îranê li ser siyaseta xwe ya dije mirovîyê ya li hemberî gelê Kurdistnê berdewam e. Serbarê arîșe ù qeyranên kûr yên navxweyî û  derekî,  bêdadî, xizanîya xelkê , Serbarê ku rojhelatê Kurdistanê kirîye serbazgeheka mezin û di hemû waran da xelkê xwe șeqî û sewda kirîye.

Bi rêjîmên dagîrkerên Kurdisanê re bi taybetî Tirkiyayê di hevkariyên cidî da ye ji bo erîșkirina ser beșên dî yên Kurdistanê jî. Zîndanên xwe ji xelkê azadîxwazê rojhelatê Kurdistanê tijê kirine. Siyaseta eșkencedan û tirs û biziyanê dij bi  hemû prensíb û bihayên mirovî peyrev dike. Çi heftiyek, heke nebêjîn çi rojek nîne yek ji xelkê me bi sedemên cuda îdam neke.

Di çarçoveya wê siyaseta qirêjî da, pêşmergeyekê bi dîl girtî yê bi navê Hîdayet Andullapûr îdam kir

Șehîd Hîdayet, piștî ku tête girtin. heyama çend mehan tê eșknce dan. Pașî ji bo cihekê nediyar vediguhêzin. Di mehkmeyeke nadadperwer da biryara îdamê li ser tê dan û cîbicî dikin. Vê rêjîmê hîç pensîbek li ber çav negirt û tenê nehiștin berî sêdaredanê malbata xwe jî bibîne. 

Șehîd Hîdayet dîlê șer bů, heger çî danezana gerdûnî ya mafên mirovan kuștina dîlan red dik e, lê rêjîmek  ku li ser binemayên dije zadî û demokrasiyê hatibîte damezirandin, çawa wê guhdariya danezana mafên mirovan bike.

Rêjîma Îranê êdî pêwîste li welatên derdora xwe binêre, ji bona ku li wan rastiyan bigehîje, daku êdî nikaribe bi zebrûzeng û kuștin û îdamkirinê berdewamiyê bi mana xwe bide. Ezmûnên deverê ev nîșan dan ku siyaset û hikumdariyeka bi vî awayî, ci derencamekî tirsenak li pey xwe tîne.

Em li Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, bi tundî îdamkirina șehîd Hîdayet șermezar dikin. Sersaxîyê li  malbat û hevalên wî ù hemû xelkê Kurdistanê dikin. Di kesayetiya wî da hemù șehîdên Kurdistanê biîr tinin û brjna xwe li hember rih û tekoșertiya wana ditewînîn.
Em bawerin, ku rêya pakrewanên me qet vala na be û tije rêwî dibin.

Nemirî bo şehîd Hîdayet Abdulapûr û tevaya şehîdên rêya azadiyê.

Konseya Rêveber ya KNKê