Languages: English ‏سۆرانی‎

Qendîl ji bo dewleta Tirk bûye reşe

Bi navê dewleta Tirk serokkomar Teyîb Erdogan, bi hêza hukûmeta xwe ya AKPê û piştevanîya cepheyê faşîst MHP û Ergenekonê dîsa ve dest bi kutana dihola şerî kirîye. Piştî dagîrîya Efrînê niha jî berê ertêşa xwe daye başûra Kurdistanê. Eve demekî dirêj e ku Erdogan digel hevçeperên xwe şerê dijî Kurd û Kurdistanê, ji bo xwe kirîye armanca sereke. Erdogan bi referansên dîroka dewleta Tirk ya antî Kurd û antî Kurdistan bi rê ketîye. Aqîbeta xwe ya şexsî û siyasî li ser mehûkirina xelkê Kurd program kirîye.

Bi zêdehî ve ji 2015ê were hem li bakur, hem li başûr û hem jî li rojavaya Kurdistanê ji êrişkarî û dagîrkerîyê pêve tiştekê nake. Ji bilî wêrankirina Sûra Amedê, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex û Geverê, ji Cerablusê heta Efrînê, ji Başîka heta Biradosta, ertêşa xwe seferber kirîye ku ji bilî bakura Kurdistanê, parçeyên dî yên Kurdistanê jî fetih bike. Erdogan iqtidara xwe li ser gola xwûnê avakirîye û dixwaze deshilata xwe li ser behra xwûnê bidomîne.

Erdogan di her wextê têkçûna xwe da rêya şer û xwûnê girtîye ber xwe. Di şkestina hilbijartina 2015ê da manewrayeke hîlebazîyê kir û şer da destpêkirin û di nav şerî da careke dî hukûmeta xwe parast.

Tirkîyeya di destê Erdoganî da her diçe di nav krîz û kaosa polîtîk û ekonomîk da xerq dibe. Erdogan daku xwe ji vê belayê jî xilas bike hilbijartinên gelek lez û pêşwext îlan kirin û 24ê Hezîranê hem bo serokkomarîyê hem jî bo parlementoyê hilbijartin dê bêne kirin. Ji hemû anket û lêkolînên li nav hilbijêran têne kirin rastîyek derdikeve pêş ku hem Erdogan hem jî hukûmeta wî ber bi ketinê ve ne.

Di vî hewayê hilbijartinan da Erdogan li garantîyekê digere ku dîsa ve bi dek û dolaban xwe bi ser bêxe. Rêya herî rehet bo wî şerê dijî Kurd û Kurdistanê ye. Erdogan rêhtina xwûna Kurdan bo xwe kirîye şerbeta serkevtina xwe ya siyasî. Bi vê armanc û niyeta bêyûm û bêbextane niha jî berê ertêşa xwe daye Qendîlê. Eve demek e ku leşkerên xwe yên taybet ber bi navçeyên Biradosta rêkirine. Ji hewayî ve jî bombardumaneke xurt dikin.

Erdogan dixwaze ji Warên Parastinê yên Medyayê ku di bin kontrola HPGê da ye, ber bi başûra Kurdistanê ve baskê dagîrîya dewleta Tirk fireh bike û li dora Kurdistanê ablûkakayê vehûne. Erdogan Qendîl bo xwe kirîye sembola zaferê. Erdogan bi vê hemleyê ve dixwaze li hilbijartinên 24ê Hezîranê bo xwe garantîyekê pêkbîne.

Mixabin dinya bêdeng e û Erdogan her diçe êrişkarîya dewleta Tirk zêdetir dike. Kurd li welat û li derve divêt di nav aktîvîteyan da bin ku bala dinyayê bikêşine ser vê erişkarîya dewleta Tirk û Erdogan.

KNK bi giringî dixwaze bala hemû Kurd û Kurdistanîyan bikêşe ser vê bûyerê ku hişyardarîyeke bilind pêkbînin û di nav vî hewayê hilbijartinên 24ê Hezîranê da nekevine xefletekê.

Kurd pêkve, ji başûr, rojhilat, bakur heta rojavaya Kurdistanê û li diasporayê divêt vî planê Erdoganî sivik negirin û di nav hewildanên bergîrîyê da bin.

Bi taybetî parlemento û hukûmeta Herême Kurdistanê li Iraqê û herweha hukûmeta Bexdayê divêt operasyona leşkerî ya dewleta Tirk ya li ser başûra Kurdistanê bi xurtî şermizar bikin û rê li ber bigirin.
Hukûmeta Erdogan, têkbirina istikrara rojhilatanavîn û şerê dijî Kurda bo xwe kirîye sebebê mayîndekirina desthilata xwe.

Erdogan, piştî dagîrîya Efrînê “Operasyona Qendîlê” jî bo xwe kirîye parolaya serkevtina hilbijartinên 24ê Hezîranê. Lewma divêt xelkê bakura Kurdistanê di van hilbijartinên 24ê Hezîranê da derseke mezin bidene Erdogan û partîya wî AKPê û desthilata wan hilweşînin.

Parastina Qendîlê îro ji sindoqa hilbijartinan ya li Amed, Wan, Hekarî, Cizîr û hemû bakura Kurdistanê û meydanên dîasporayê dest pê dike.

Kurd û hemû Kurdistanî dijî dagîrkerîya dewleta Tirk û êrişkarîya Erdogan seferber bin û Erdogan û hukûmeta AKPê, di sindoqa hilbijartinên 24ê Hezîranê da bi bin bêxin û bi dengên bilind HDPê û Selahedîn Demirtaş serbêxin.

Banga KNKê Dijê Êrîş û Dagirkerîya Dewleta Tirk SORANİ
Konseya Rêvebir ya KNKê
07.06.2018, Bruksel