Languages: English ‏سۆرانی‎

Pistgirîya bi xelkê Filipinê ra

Daxûyanîya Çapemenî 11.11.2013 –  Tûfana Haiyanê Filipin serûbin kir. Heta nihe ji deh hezaran [10.000] zêdetir xelkê Filipînê mirîye û bi hezaran jî windayî û birîndar hene. Ev felaketa mezin bû sebebê ês û janeke mezin ji bo xelkê Filipinê. Vî bayê wêranker ne avahî hêlane nejî dar û ber. Hezaran xelkê mayî jî bê sûn û war, bê nan û av maye.

Xelkê Kurdistanê ji ber vê tûfana mirandêr hevparê xem, kul û kesera xelkê Filipinê ye. Kurd û Kurdistanî ji ber vê felaketa dilsoj pistevanê xelkê Filipinê ne. KNK sersaxîyê dide xelkê Filipinê. Hêvî dikin dinya bigihe hawara xelkê Filipinê û zûtirîn dem birînên xelkê Filipinê bêne sax kirin.

KNK bangî serokatî û hukûmeta Kurdistana Federal jî dike ku li goreyî hêz û siyana xelkê Kurdistanê hevkarîya xelkê Filipinê bête kirin.

Konseya Rêvebir ya KNKê