Hikûmeta Iraqê bi zext û fişarên dewleta Tirk, hewl dide kampa Mexmûrê bi têlbendkirinê asteng bike. Akincîyên vê kampê beriya 30 salan ji ber êrîşên dewleta Tirk û şewitandina gund û malên wan koçî başûr û kampê bûn. Niha nêzî 11 hezar kes tê de dijîn û hemû jî xelkên sivîl in. Piraniya wan jin û zarok in. Kamp di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye. Xelkê kampê penaberên siyasî ne û ne dîlên şer in. Astengkirin û binçavkirina wan li dijî hemû prensîbên mafên mirovan û mafên penaberan e. Ev reftar ne tenê pirsgirêkan çareser nake, belku pirsê aloztir dike û dibe sedema encamên xerab.
Bi salan e gelê wargehê li benda alîkarî, xizmetguzarî û çareserkirina pirsgirêkan e. Lê tevî ku Tirkiye kemp û xelkê wê daye bin fişarên xwe yên leşkerî, aborî, siyasî, civakî û astengkirina xizmetguzariyê deû bi balafirên şer êrişî wan dike. Serbarê ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya (KDP)ê kamp dorpêç kiriye. Ya rast pêwîst bû ku dawî bi kiryarên weha nemirovane bîne, berovajî zêdetir dorpêç û fişaran li ser kampa Mexmûrê berdewam dike û niha hikumeta Îraqê jî bi heman karên nemirovî yên li hember kampê fişaran dike.
Ev ne cara yekê ye ku hikûmeta Iraqê hewleke wiha dide. Berê jî hewldanên wiha kiribûn. Lê akinciyên kampê ew hewl têk birin û hikûmeta Iraqê neçar kirin ku paşde vekişe. Vê carê jî xelkê kampê û gelê dilsoz û niştimanperwerê Kurdistanê rê nadin ku komployeke wiha li ser xelkê bêguneh bête kirin û wek dîl û zîndanî bên dîtin.
Em di Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de vê reftara hikûmet û dewleta Iraqê bi tundî şermezar dikin. Em bang li dewleta Iraqê dikin ku nekeve bin fişar û komployên dewleta Tirk. Li şûna astengkirin û binçavkirina mirovan, divê alîkariya wan bike û erk û rêbazên qanûnî yên parastina penaberan bi cih bîne. Em bang li rayedarên Herêma Kurdistanê dikin ku dorpêç û fişarên li ser kampa Mexmûrê rawestînin û êdî pêşî li hebûn, çûn û hatin û jiyana wan nagirin.
Her wiha em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin, ku erka xwe ya rast bi cih bîne, yasa û rêsayên penaberên kampa Mexmûrê peyrew bike û kampê ji van binpêkirinan biparêze.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bang li gelê Kurd ê welatparêz, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, rojnamevan û rewşenbîran dike ku alîkariya gelê Wargeha Mexmûrê bikin. Êdî nehêlin di bin van fişar û zulmê de bin. Divê êdî ew neyên astengkirin û weke dîlên şer serederî pê re bê kirin.
Akincîyên kampa Mexmûrê ji her kesî helwesteke neteweyî û mirovî hêvî dikin.
Konseya Rêveber ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê