Languages: English ‏سۆرانی‎

Pîrozbahiya KNK ê, ji bo helbijartina birêz Fiwad Mesûm wek Serok Komarê Îraqa Federal

Daxûyanîya Çapemenî 24.07.2014 – Îro 24.07 li Perlemanê Îraqê de, Birêz Fiwad Mesûm weku Serok Komarê dewleta Îraqê ya Federal hat hilbijartin. Em weku Kongireya Neteweyî ya Kurdistan KNKê, pîrozbayî û xweşhaliya xwe ji bo helbijartina birêz Fuad Mesûm radigehînin û hêvîya serkeftinê bo dixwazîn.

Piştî rêzdar Mam Celal, ev bo dewreka din jî, Kurdek wek serok Komar di Îraq a nû da tê helbijartin. Ev deskeft, destkefteka din a Kurda ne û dê bibe cihê ûmêd û hêvîyeka mezin ji bo gelên Kurdistanê û wê bibe rêxweşkerek ji bo gehişti bi armanc ûmafên rewa yên gelê kurd û Kurdistanê di Îraqa nû da.

Careka din em vê dubare dikin, ku hêvî dixwazîn di dewra evê carê jî ya îdareya dewleta Îraqê da û di rêya nunerên kurdistanê têda, di desthelatên perleman, hikûmet û serokatiya Komarê da pirsên helawîstî yên di nêva herêm û merkezî da li berjewendiya  gelê kurd û Kurdistanê bên çareserkirn, bi taybetî bi fermî deverên veqetiyayê Kurdistanê vegerin ser herêmê û pirsa petrol û pirsên din yên abûrî jî bên çareserkirin. Ev armanc û hêvî zêtir bi yekdengî û yek gutarî ya nunerên Kurd li Bexda yê wê bên dîtin.

Disan ev erkên han zêtir wê bikevne ser milê serokatiya komarê û birêz Fuad Mesûm, ji bo hindê em dubare srok komariyê pîroz dikeyn û srkeftinê dixwazîn.

Konseya Revebir ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistan, KNK
24.07.2014