Languages: English ‏سۆرانی‎

Pîrozbahîya ”Cejna Zimanê Kurdî: 14-15-16ê Gulanê”

Daxûyanîya Çapemenî 07.05.2010 – Li Kurdistana Federal û Wargeha Maxmurê, zimanê perwerdeyê û zimanê îdareya dewletî Kurdî ye ku eve bûyîneke xwezayî ye û herweha ji bo jîyandina Kurdî bingehekî saxlem jî pêktîne. Lê belê, li rex vê rastîyê, li sê parçeyên Kurdistanê zimanê Kurdî hêj jî di nav xeleka fetisandina dewletên dagîrker da ye.

Bizava neteweyî ya Kurdistanê, dijî van dagîrkeran li sê çeperan di nav serekî xurt da ye. Li rojhilat dijî dewleta Îranê, li rojava dijî dewleta Sûriyeyê û li bakur jî dijî dewleta Tirk têkosîneke piralî tête dan. Ev hersê dewletên dagîrker û kolonyalîst ji bilî êriskarîyên xwe yên leskerî û polîsî, di warê ziman, kultur, folklor û jîyana sosyal da jî di nav êriskarîyeke dijwar da ne. Ev hersê dewlet di xala asîmîlasyon û jenosîda li ser ziman, kultur û folklora Kurdî da sirîk in. Hersê dewlet jî rê nadine perwerdeya bi zimanê Kurdî ya di nav sîstemê perwerdeya fermî da. Kurdî axivtina xelkê me ya li jîyana rojane ya di nav tixûbên fermî ya van dewletan da ne bexs û hîmmeteke van dewletan e. Xelkê me digel hemû zor û zulma van dewletan jî axivtina xwe ya Kurdî bi israr domandîye û îro jî vê rika xwe bi serbilindî didomîne. Pirsa zimanê Kurdî îro di van hersê dewletan da ji çarçoveya axivtina rojane û serbestîya axivtina Kurdî derketîye û rûyekî nû girtîye. Kurdî îro divêt bi timamî bikeve nav sîstemê perwerdeya fermî û ji bexçeyê zarokan û dibistana seretayî pêve heta unîversîteyê bête bi kar înan û herweha Kurdî digel zimanên Farisî, Erebî û Tirkî yê van hersê dewletan, bibe zimanê fermî yê îdareya dewletî. Têkosîna ji bo jîyandina zimanê Kurdî hatîye merheleyeke nû ku êdî amanca bizava neteweyî ya Kurdistanê bilindkirina daxwaza ”perwerdeya bi zimanê Kurdî” û herweha ”di îdareya fermî ya dewletê da Kurdî” ye di van hersê dewletên dagîrker û kolonyalîst da. Ev amanc û daxwaz ji bo pêsxistina kultur, edebîyat, folklor û hunera Kurdî zemînê bingehîn e. Kurdî wekî ziman heke nekeve nav sîstemê fermî yê perwerdeyê û herweha nebe zimanê îdareya dewletê, dê roj bi roj lawaz bibe û nufûsa Kurdî axêv jî dê her bo her kêm bibe ku ev tehlîkeye ji îro ve jî xuya ye. Kurd ji alîyê pirbûna nufûsê ve zêde dibin, lê belê ji ber nebûna perwerdeya Kurdî ya di nav sîstemê fermî yê dewletê da, hejmara Kurdî axêvan her diçe kêm dibe. Nifsên nû di bin bombarduman û ablûkaya zimanên serdest yên asîmîlator da dimînin û di nav çerxa perwerdeya zimanên Farisî, Erebî û Tirkî da zimanê xwe ji bîr dikin. Ev rewsa wêranker ji bo paseroja zimanê Kurdî bi serê xwe tehlîkeyeke birandêr e. Lewma beramberî vê prosesa têkbirina zimanê Kurdî ya li van hersê dewletên dagîrker û kolonyalîst, parastina zimanê Kurdî yêk ji mezintirîn wacibê neteweyî yê xelkê Kurd û Kurdistanê ye.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê [KNK], wekî hemû wezîfeyên neteweyî giringîyeke mezin dide bizava neteweyî ya parastina zimanê Kurdî. Parastina zimanê Kurdî parastina kultur, folklor û hunera Kurdî ye û di encam da parastina hebûna neteweyê Kurd e.

Bi vê suûra neteweyî KNKyê, di serî da KCK, bi pistevanîya hemû rêxistinên neteweyî rojên zimanê Kurdî destnîsan kirin ku Kurd di van rojan da li ser pirs û pirsgirêkên zimanê Kurdî rawestin, bîr û hizira li zimanê xwe xwudan derketinê xurt bikin û têkosîna dijî asîmîlasyon û jenosîda li ser zimanê Kurdî bilind bikin. Komisyona ziman û perwerdeya Kurdî ya KNKyê bi pistevanî û hevkarîya Komîteya ziman û perwerdeyê ya KCKyê û rêxistinên dî yên neteweyî 14-15-16ê Gulanê wekî ”Cejna Zimanê Kurdî” îlan kirine û ji 2007ê were jî tête pîroz kirin. Ev pîrozbahîyên sê rojî sembolîk jî bin di warê parastina ziman da xizmeteke mezin dikin ku xelkê Kurd, hem Kurdî serdestî hemû jîyana xwe bike, hem jî dijî asîmîlasyon û jenosîda van dewletên dagîrker têkosîna xwe sist neke û heta ku bigihe xwezî û daxwaza xwe ya fermîkirina zimanê Kurdî bizava neteweyî bi rengekî organîze û xurt bidomîne.

KNK di wê bawerîyê da ye ku Kurd, li seranserê Kurdistanê û hemû meydanên dîasporayê, dê li 14-15-16ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî bi bîr û hizireke bilind ya neteweyî pîroz bikin.

KNK ji niha ve ”14-15-16ê Gulanê: Cejna Zimanê Kurdî” li hemû xelkê Kurd û Kurdistanê pîroz dike.

Kurd; Kurdî serdestî jîyana xwe bike!

Konseya Rêvebir ya KNKyê
07.05.2010