Rêxistina Nobelê, Xelata Aştîyê ya îsal, da jineke Kurda Êzidî Xatûn Nadya Morad û Dr. Denis Mukweg . Em sêrîde Xatûn Nadya Morad û Dr. Denis Mukwege, pîroz dikin û ji wan re serkeftinê dixwazin.
Layiq dîtina jineke Kurda Êzidî ji bo xelata aştîyê, xwedî wateyeke giringe û em vê boyerê bi dilxweşî pêşwazî dikin. Ev xelat, di şexsiyeta Birêz Nadya Morad de, naskirina tekoşîna azadîyê ya jinên Kurd e, peyama xwedîderketina jinên êsîr yên di destê DAIŞê de ye, xwedî derketina tekoşîna dijê DAIŞê ye, xwedî derketina Êzidîya ne, xwedî derketina Şingalê ye.
Bi vê munasebetê, em carek din banga xwedîderketina esîrên destê DAIŞê de, xwedîderketina gelê me yê Êzidî û parastina Şingalê, dikin û dibêjin ev erkê me hemîya ne.
Silav û rêz.
Konseya Rêvebir ya KNKê