Languages: English ‏سۆرانی‎

Peyama Sersaxîyê

Ji bo malbata heval Rêbwar Reşîd

Dayika havalê me hevserokê dewreya pêş yê KNKê Birêz Rêbwar Reşîd, dayika Necîbe (Necîbe Ahmed Aurehman) roja 13/6/2020an li bajarê Silêmanî yê çu ser dilovanîya xwe. Mixabin me wefata dayika Necîbe dereng bihîst, lewma jî ev peyama dereng ket. Dayika Necîbe di jiyana xwe de rastî gelek zor û zehmetîyan hat, ji ber ku hemî malbat û zarokên wê di nav tekoşîna azadîya Kurdistanê de cîhê xwe girtibûn û xizmeta doza serfirazîyê kiribûn. Wekî dayikek Kurd ew jî wek dayikên din, di jîyana xwede rastî polîtîkayên zordestî û zilmê hat.

Em dizanin ku wendekirina dayikekî di cihanêde êşek herî zehmete. Em ji xwedê rehmet û ji malbata dayika Necîbe sersaxî û sebrê dixwezin.

Bila rûhê dayika Necîbe şad be û cîhê wê behişt be.

Bi rêzdariyên xwe ve silav û rêz.

Konseya Rêvebir ya KNKê