Languages: English ‏سۆرانی‎

Peyama sersaxiyê ji malbata Profesor Nadirov

Peyama sersaxiyê ji malbata Profesor Nadirê Keremê Nadirov û gelê Kurd re

Mixabin me li 24.08.2021 xeberê koça dawî a Profesor Nadir Kerem Nadirov bihîst, Nadir Nadiro yek ji endamên damezirêner yê Kongreya Neteweyî a Kurdistnê bû û çendîn sal weke endamekî çalak yê KNK xebat û têkoşan ji bona yek rêzî û tifaqa Gelê Kurd û bilindkirina asta zaniyarî û zanista miletên herêmê kiriye. Bi vê boneya xembar em li ser navê a Kongreya Neteweyî a Kurdistanê KNK serexweşên xwe arastey malbata Xwedê jê razî,kesûkar û tevaya gelê Kurdiastanê dikin.

Profesor Nadir Nadirov li sala 1932 li gundê Qîqaçê ser bi herêma Nexîçêvanê a dewleta Azerbaycanê hatiye dinê û li 24 Tebaxa 2021 ê koça dawî kiriye û çûye ser dilovaniya Xweda.
Birêz Nadirê Keremê Nadirov pisporê Petro kemiyayê bû, wî ji 40 Pirûkan zêdetir çapkirine û zêdy 280 lêkolînên zanistê diwarên cuda de nivîsandine, ew netenê li welatên sovyeta berê û Kurdistanê dihat naskirin, belkê li ser asta nevdewletî de jî weke zaniyarek bilîmet û giranbuha dihat naskirin.

Ew yek ji damezirênerên Kogreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) ê ûserokê rûmetê yê Yekêtiya Kurdên li sovyeta berê bû wî dijyana xwe da, gelek pile dereceyên zaniyarîyê wergirtine, wexera wî di vî demê hesas de ji me re xisaretek mezine.

Emê rêça Profesor û zanayê xwe Nadirê Keremê Nadirov û rêhevalên wî heta dawiyê bi şopînin.

Konseya Rêvebir a Kongreye Neteweyî ya Kurdistanê KNK