Languages: English ‏سۆرانی‎

Peyama pîrozbahîya 13. salvegera damezrandina Tevgera Goran

Birêzan Rêxerê Giştî û Endamên Civata Niştîmanî yên Tevgera GORAN

Bi boneya 13. salvegera damezrandina Tevgera Goran, li ser navê KNKê, em we pîroz dikin û germtirîn silavên xwe arasteyê we birêzan û hemû endam û alîgirên Tevgera Goran dikin.

Tevgera Goran, bi pêşengiya rehmetî Nawşîrvan Mistefa û hevrêyên wî, wek hêzeke siyasî ya xwedî helwesta azadîxwaz, dadperwer û demokrasîxwaza başûra Kurdistanê derketiye, mohra xwe li guhertinên siyasî û civakî yên başûra Kurdistanê da ye.

Em hêvî dikin ku Tevgera Goran, li ser bingeha hatî sazkirin de, bikarin di çareserkirina pirsgirêkên Kurdistanê û avakirina welatek azad û demokratîk de, roleke pêşengî bilîzin û her tim serketî û serfiraz bin. Herweha em bawer dikin ku Tevgera Goran, di ser xeta yekîtîya neteweyî, wê erk û wezîfeyên xwe pêkbîne û li hember dakirkeran herdem wê çepera parastina Kurdistanê de cihê xwe bigri.

Bi vê munasebetê em carek din 13. salvegera damezrandina tevgera we pîroz dikin, di kar û xebata we de serkevtinê dixwazin.

Silav û rêz
25.07.2022

Hevserokên KNKê
Zeyneb Morad & Ahmed Karamus