Languages: English ‏سۆرانی‎

Hûn bi xêr hatin malpera fermî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê

DESTPÊK ▶

Li ser teqîna Xaneqînê

Daxuyanîya Çapemenî  28. 04. 2014- Me bi xemgînîyeke mezin bihîst ku li ber derê malbenda 8ê ya YNKê li Xaneqînê terorîstan êrişeke xwekujî pêkînane û di encama vê bûyera xembar da hejmareke bilind welatî şehîd bûne û gelek kes jî birîndar bûne ku hindek ji wan birîndarên giran in. Ev êrişe di demê ku xelkê…

Peyama dawîyê ya ”Şêwira Neteweyî bo Rojhilata Kurdistanê” ya li Swêdê

Li her du rojên 19 û 20ê Nîsana 2014ê, bi organîzekirina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê – KNK, Şêwira Neteweyî taybet bi rojhilata Kurdistanê ve girêdayî, bi amadebûna hejmareke mezin ji nûnerên partî, rêkxistinên sivîl û kesayetên serbixwe yên rojhilata Kurdistanê û parçeyên dî û bi beşdarîya komek ji ronakbîrên Kurd, li Swêdê hate kirin. Di…

Li Tirkiyê û Kurdistanê tevlîhevî û nakokiyên siyasî berdewam dikin

Daxuyanîya Çapemenî 03.04.2014 –  Weke tê zanîn, di 30ê Adara 2014an de, li Tirkiyê û Kurdistanê hilbijartinên herêmî çêbûn. Hemberî ku, çar roj derbas bûn jî, encama  hilbijartinan zelal nebûye.  Piştî hilbijartinan, li gelek navçe û bajaran îtîraz çêbûn. Jimartina dengan jî, ji nû de têne kirin. Sedema  nakokî û tevlîheviya dijwar, gumanên sextekariyan e.…

Parastina Kobanîyê parastina Kurdistanê

Daxuyanîya Çapemenî 25.03.2014-Dijminên sûndxwarî yên Kurd û Kurdistanê rehet nasekinin û nahêlin Kurd û Kurdistanî rojekê jî rehetîyê bibînin. Dijminên xelkê me, dagîrkerên welatê me di nav xwe da bi şer jî bin, gava dor hate Kurdan sîlehên xwe bi hev ra dirêjî ser xelkê me, welatê me dikin. Tirkîye û Sûrîye ji ser stêrka…