Languages: English ‏سۆرانی‎

Hûn bi xêr hatin malpera fermî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê

DESTPÊK ▶

Sersala Gele me pîroz be!

Daxûyanîya Çapemenî 30.12.2010 – Di pêvajoya têkosîna azadiya Kurd de û bidestxistina azadiya Kurd û Kurdistanê saleke din derbas bû. Di çar demsalên vê salê de jî, gelê Kurd û Haraketa Azadiya Kurd, têkosîneke dîrokî mesandin. Di encamê de, sîstemên dagirker û zihniyeta inkar û ji holê rakirinê, ne bi gistî be jî, hatin parçekirin.…

Kombûna Konseya Rêvebir ya KNKê

Daxûyanîya Çapemenî 19.12.2010 – Konseya Rêvebir ya KNKyê kombûna xwe ya asayî ya dawîya sala 2010ê li merkeza xwe li Brukselê kir. Di kombûnê da xusûsen li ser bûn û bûyerên Kurdistanê hate sekinîn û bi taybetî li ser bizava xwudanderketina zimanê Kurdî li Tirkîye û bakura Kurdistanê rawesta. Digel rêz û silavên germ pêskêsî…

Yan azadî, yan azadî

Daxûyanîya Çapemenî 25.11.2010 – Di demeke ku gelê Kurd dinava agirê engizisyona dagirkerên Kurdistanê de diheliya û dîroka jiyanê ketibû tara bêjingê de; çend ciwanên Kurd gaveke dîrokî avêtin û li dijî hêzên dagirkerên cografya Kurdistanê, têkosîna azadiyê dane dest pê kirin. Ew gava dîrokî, ku li gundekî biçûk yê Kurdistanê hate avêtin, bû bingeha…

Li hemberi kiryarên Zordestiya Iranê bêdeng neminin

Daxûyanîya Çapemenî 24.11.2010-Em, kiryarên hovanê dewleta Iranê, ku li dijî girtiyên PJAK û siyasiyên Kurd  dimesên, bi tundî sermezar dikin. Siyaseta rêvebiriya Iranê ya  dardekirinê, ne di huquq de, ne di demokrasî de, ne di mafên mirovan de û ne jî di rêbazên ademiyetê de hene.  Bi yek gotinê ev hovîtî ye. Dewletê Îranê, ji…