Languages: English ‏سۆرانی‎

Hûn bi xêr hatin malpera fermî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê

DESTPÊK ▶

Basûrê Kurdistanê çû ser sandoqan

Daxûyanîya Çapemenî 29.07.2009 – Pistî demeke bizor û zehmet roja 25’ê Tîrmehê gelê me yê Basûrê Kurdistanê çû ser sandoqan. Bi rêjeyeke bilind gelê me yê vê herêmê tevlî van hilbijartinan bû. Ligel hilbijartina nûnerên Parlemenê, cara yekem e ku Serokê Herêma Basûrê Kurdistanê bi dengên gel hate destnîsankirin. Em vê pêvajoyê ji bo hemû…

Deh salîya KNKyê pîroz be!

Daxûyanîya Çapemenî 22.05.2009- KNK bi armanca yêkitîya neteweyî li 24ê Gulana 1999ê hate damezrandin. Hewcehîya yêkitîya neteweyî ji kûrahîya salan were heye û ev daxwaze îro jî dom dike. Heta ku nîrê kolonyalîzmê tête skandin, Kurdistan tête rizgar kirin, xelkê Kurd û hemû Kurdistanî azad dibin, ev daxwaze dê daîm hebe. Ji daxwazên salan jî…

14–15–16ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî pîroz be !

Daxûyanîya Çapemenî 15.05.2009- Ji niha ve amadekarîya pîrozkirina Cejna Zimanê Kurdî bikin ! Bo xelkê Kurd û Kurdistanê, Bo hemû dem û dezgeh û rêxistinên Kurd û Kurdistanê Zimanê Kurdî digel neteweyê Kurd, di nav mexdûrîyeta cîhanê da li rêza serî ye. Zimanê Kurdî hêj jî bi ber qedexeyan dikeve û zordestîya li ser zimanê…

Ji rayagistî cîhanê û rayagistî Kurdistanê ra!

Daxûyanîya Çapemenî  09.05.2009 –  Weke tê zanîn, ev demeke(24.04.2009)du siyasetmedar û endamên Kongreya me; Remzi Kartal û Eyup Duru li Ispanya, bi biryara dadigeha vê dewletê hatinin ragirtin. Pêsî hatin girtin, pist re hatin berdan; lê her roj diçin imze didin. Nuha me agahî stand, ku, Dewleta Ispanyayê, daxwaziya teslimkirina endamên me yaTirkiyeyê qebûl kiriye…