Languages: English ‏سۆرانی‎

Mesajen ji bo 19min Civata Gisti ya KNKe

Mesaja Brez Cemil Bayik, Hevserokê Konseya Reveber a KCK’ê û Delegeyê KNK’ê

Delegeyên bi rûmet;
Hûn Kongreya xwe, di qonaxek dijwar a ji bo dîroka Kurdistanê giring de pêktînin. Rojhilata Navîn, di nava cengek wisa weke ya serdema Cenga Cihanî ya 1.de dijî. Li Rojhilata Navîn, hevsengiyên nû û li ser van hevsengiyan statuyên nuh dê werin avakirin. Hemû hêzên siyasî yên cîhanê û herêmê, ji bo ji vî şerî bi qezenc derkevin hemû derfetên xwe didin xebitandin. Ji bo vêna jî, di despêkê de hewldanên xwe yên ji bo hevalbendiyê xurtir dikin. Ev rastî, Kurdan jî mecbûr dike ku berî her tiştî yekîtiya navbêna xwebixwe pêkbîne. Heta hêzên siyasî yên Kurdan, di navbêna xwe de têkiliyên xwe sererast nekin û yekîtiya neteweyî çênekin, têkilî û hevalbendiya wan a li gel hêzên derve jî ti baweriyê nade. Wexta kurd bûn yek, ji aliyê hemû hêzan ve bawerî û cidiyeta wê zêdetir dibe. Bêgûman hûn KNK, xwedî hişmendiya vê heqîqetê ne. Lê li ber çava ye, ku di van şerd û mercên giran ên cengê yê Rojhilata Navîn de, çendîn pêdivî bi yekîtiya Kurdan ve heye û çendîn giringe?

Em di Rojhilata Navîn de behsa hebûna cenga 3’an a cîhanî dikin. Di vê cengê de, li vê herêmê hevsengî û statuyên nuh tên avakirin. Ev tê wateya ku gelê Kurd, ew ê di vê cengê de qelenê giran bide. Eger em, bi xurtî li ser pîyên xwe ranewestin, bi rastî û bi bandor tênekoşin, ew derfet û fersendên hêja ji destê me direve û dibe ku em destkeftiyên xwe jî ji dest bidin. Lê divê em bizanin, êdî ji binkeftin û şikestinê re tehamula Kurdan nîne. Ji destdayîn û binkeftin, tê wateya ku em bi qirkirinek mezin re rûberû dimînin. Lewma divê hemû gelê Kurd; hêzên siyasî, hunermend, nivîskar, rewşenbîr û hwd.herkes, bi berpirsiyarî vê pêvajoyê pêşewazî bikin. Dujminên Kurdan, ji bo qirkirina netewî rijdin(bi israrin), ev jî radixe ber çavan ku divê ev pêvajo çawa were pêşewazîkirin.

Dibe ku li cîhanê, bi tenê gelê Kurd maye rûberûyê qirkirina neteweyî. Dibe ku di vê cenga cîhanê de, neyarên Kurdan, bi hêza xwe ya siyasî, leşkeri, aborî, diplomasî û jeopolîtîk, bixwazin ew siyaseta xwe ya qirkirina netewî ku li ser Kurdan dimeşîne temam bikin. Ji xwe dewleta Tirka, vê siyaseta xwe ya qirkirina neteweyî pir aşkere him di parêze û him jî di pratikê de te pêktîne. Her çendîn hemû dewletên mêtinger û dagirkerên li ser Kurdistanê, heman polîtîkaya qirkirinê dimeşînin jî, lê ev hilwesta giran a dewleta Tirika, hîn pirtir wan bi curet û cesaret dike. Erê makezagona Iraqê hebûn û statuya Kurdan pejirandiye. Lê eger li perçeyên Kurdistanê yên din têkoşîna azadiyê û demokrasîyê bi sernekeve, destkeftiyên li Başûrê Kurdistanê jî ew ê ne di ewleyê de be û dê her rûberûyê xeteriyê be. Her çendîn li her perçeyekî taybetmendiyên xwe yên cûda jî hebin, lê hemû bi bingehîn xwedî yek çarenûsê ne. Xetera li ber çavan 4 perçebûn e û ev perçebûn bi xwe re, dema ku pirsa Kurd dikeve rojevê, hema bi lez hevalbendiya çar dewletên dagirker jî misoger dike. Lewma, ew hêza polîtik a Kurdî ku bi vê naverokê ya yekîtiya neteweyî li pirsgrêkê ne nêre, tê wateya ew di nava şaşiyek mezin de ye. Em nikarin ji rastiyê bi revin. Divê em, li goreyî pêdiviyên rastiyan tevbigerin, ji ber ku dahatuya me ya azad û demokratî bi vê bîrûbaweriyê ve girêdayî ye.

Dîroka têkoşîna me ya azadiyê ya di sedsalên 20 û 21’ê de, ji me re daye xuyakirin ku, heta li Rojhilata Navîn û li welatên wê yek bi yek demokrasî lê neyê rûniştandin, ewlehiya jiyana azad û demokrat a Kurdan nikare misoger bibe. Lewma têkoşîna azadbûnê ya Kurdan, nikare ji têkoşîna demokratizekirina yekoyeko dewletan û bi giştî ji ya Rojhilata Navîn cuda were nirxandin. Ji ber ku siyaset û mêtingeriya li ser Kurdan tê meşandin, ne weke ya her netewekî an gelekî ji rêzê ye, cuda ye. Hewldana qirkirina neteweyî li ser Kurdan tê meşandin. Heta ku ev polîtîka qirkirinê neyê şikandin, li ti perçeyên Kurdistanê, bi temamî ewlehîya hebûna neteweyî nikare pêkwere. Hilbet divê hemû tevgêrên Kurdan, xwedî cewherekî demokratî û demokrasiyê bin. Ji xwe di bernameyên hemû hêzên siyasî yên Kurdan de, ev armanc tê nîşandan. Her wiha pir giring e ku em têkoşîna vê demokratîzekirin û demokrasiyê, li cem xwe bi tenê sînordar nehêlin, em gelên cîran û gelên herêmê jî bikin hevparê vê têkoşîna demokratîzekirinê. Hilbet divê, em, li gel hemû saziyên demokrasiyê yên cîhanê di nava têkiliya de bin û em wan jî bikin çavkaniyên têkoşîna xwe yên hêzgirtinê. Heta ku bi xurtkirina demokratîzekirin re, hêzên qirker ên mêtingerên dujminên Kurd, ji hole neyên rakirin, dawî li xetera qirkirina netewî ya li ser Kurdan nayê. Em di wê baweriyê de ne û pir giring e ku tevgerên siyasî yên Kurd, vê baweriyê, bikin şaxekî hişmendiya stratejiya siyaseta xwe ya azadiyê.

Îro aşkere diyar e ku li Rojhilata Navin, yê xwedi hêza herî xurt a zihniyet û çanda demokrasiyê Kurd in. Tê zanin, li vê Herêmê civaka herî zêde hatiye eciqandin û zulim lê hatiye kirin jî Kurd in. Her wiha jiber ku ji bo azadbûna jinê giringî bi xurtî hatiyê dayîn, vêna jî di xurtbûna hişmendiya demokrasiya Kurdan de rolekî hêja lîstîye. Ji ber vê daneheva hişmendiya demokrasiya xurt a Kurdan, Kurd dikarin him di warê civakî û him di warê siyasî de pêşengiyê ji demokratîzekirinê re bikin. Her wiha dikarin vê taybetmendiya xwe ya hêja, di nava tevgêrên siyasî de ji bidin xebitandin û ji bo tevdîr û tifaqa neteweyî jî rolek bi rûmet bilîzin û bibin gelê herî xurt ê Rojhilata Navîn. Ev derfet û firset derketiye holê. Lê mixabin di nava hêzên siyasî yên Kurdî de, têkiliyek demokratik û platformek wisa xurt nehatiye afirandin, lewma ev potansiyela hêja negihiştiye wê rola xwe ya mafdar. Lewma divê afirandina têkiliyên demokratik a nava hêzên siyasî yên Kurdan bi lezgînî pêk were û ev karekî sereke û yekemîn e yê li ber me ye.

4 Perçebûyîna Kurdistanê, ne bi tenê hêza Kurdan perçe kiriye, belê hêza dujminan jî 4 caran heta 16 caran zêdetir kiri ye. Ev jî, pêdiviya yekîtiya netewayî çendîn ferz dike li ser me careke din dide xuyakirin. Raya giştî ya Kurd, di astek bilind de bûye xwedî hişmendiyek neteweyî. Her wiha di nava gelê Kurd de jî ev daxwaza yekîtiya neteweyî û hişmendiya demokrasiyê bilind bûye. Zemîna hevgirtina yekîtiya neteweyî, pir alî xurt bûye. Lê mixabin ev hest û daxwaz, di navbêna hêzên siyasî de paralelî vê zemînê û daxwaza civaka Kurd nameşe.

Heval û delegeyên bi rûmet!
Di vê serdema me de, du caran li ser du bûyeran, zemînê bi hêz derketin holê, ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî. Bûyera yekemîn; li Başûr, afirandina aloziya li Kerkûkê û pêve girêdayî êrîşa li ser Referandûma serxwebûnê ya 2017’an bû. Bûyera dûdan; êrîşa li ser Şoreş û deskeftiyên Rojava ye.

Di her her dû bûyeran de jî, êrîş li ser îradeya serbixwe ya daxwaza jiyanek azad a xweser a gelê Kurdistanê ye û êrîşkarê sereke jî her heman dewleta Tirk a R.Erdogan e. Êrîş û destêwerdana Şoreşa Rojava ya dawî, di 9.10.2019 de despêkir nuha jî her dewam dike. Li goreyî gotina medya Tirkan, aşkere qirkirinek neteweyî tê meşandin; di hefteyekê de bi sedan kes hatiye şehîdkirin û zêdeyî hezarî jî birîndar e.
Li himberî vê qirkirinê, him gelê me û him jî tevgêra pêşeng a Xweseriya Demokratî, berxwedanek lehengî û destanî didin meşandin. Mirov bi hêsanî dikare bêje bi taybetî li Serêkaniyê û li Girê Spî, belê bi gelemperî ew xweragiriya bi wî ruhê pir bi rûmet û qehremanî tê meşandin, derbeya mezin li hesab û armancên dujminê Kurd dide û îrada wî dişkîne, her wiha hêvî û baweriya gelê Kurd û dostên gelê Kurd û mirovahiya cîhanê bilind dike û îradeya wan xurtir dike.

Gelî hevalên hêja
Ji me hemûyan re aşkere diyar dibe ku vê berxwedana gelêm me yên Rojava, zemînek pir mezin pêşkêşî me dike, ji bo ku em yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin. Va karê bi rûmet jî bê gûman dikeve ser milê me endam û rêveberên KNK’ê.

Ji xwe em bala xwe bidin her çar perçeyan û derveyî welat jî; hema hema em dibînin, li dijî êrîşkariya dewleta R.Erdogan, hemû gelê me, hemû pêkhateyên Kurdistanê û hemû dost û gelek demokrat, bi hev re rabûne xwepêşandanan; cudahiya partî û rêxistinî danine rexekî.
Hema hema em dibînin, di jiyanê de, hem yekîtiyek netewayî û him jî yekîtiyek navnetewayî pêkhatiye. Bi tenê yekîtiya me ya siyasî kêm maye. Ev bar û berpirsiyarî jî dane ser milên me. De fermon em bi erk û peywirên xwe rabin!

Hevalên hêja!
We bi navê KNK’ê kar û xebatên giring û bi rûmet bi rêve birine. Lê weke hûn jî dibînin êdî em ketine qonaxek nuh û lewma divê em pêngavên nuh bavêjin. Weke mînak, divê beşdariya endamên KNK’ê pirtir bibe. Ji ber ku hişmendî û pêdiviyên civaka me mezintir û berfirehtir bûye. Lewma divê li gel nûnerên hêzên siyasi, nûnerên civakê yên pir alî karibin beşdarî karê KNK’ê bibin û bibin endam û karibin bandorê li ser hêzên siyasî jî bikin. Bi vî awayî bandor û giraniya KNK’ê jî piralî mezintir dibe.

Ez li dawiyê dubare bêjim; di vê serdema zemîn ji bo yekîtiya neteweyî ewqas xweş û geş bûye de, hêzên me yên siyasî dûrî hev rawestin, ji bo Kongreya Neteweyî xebatek xurt nedin meşandin, divê êdî nayê pejirandin. Divê êdî hewar û daxwaza ji dil û can a gelê me û dostên gelê me, di dil û mejiyên me de jî cîh bigre û ev xwestin û peywir bikeve pratikê û em bi lez û bez Kongreya xwe ya Neteweyî kom bikin.
Ez hêvî û bawer dikim ku KNK’e, ew ê bi vî karî ve rabe û çalak bi xebite.

Ez bawer dikim di vê Civata Giştî de, hûnê gelek gengeşiyên hêja bikin, hûnê biryarên giring bistînin û plansaziyek bi rûmet û kêrhatî çêbikin. Li ser vê çarçovê silav û rêzê xwe pêşkêşî we dikim û serkeftinê ji kongreya we re dixwazim.
_

Mesaja Brez Mûrat Karayılan, Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel û Delegeyê KNK’ê

Endamên Dîwanê yên Rêzdar û Delegeyên Hêja
Di vê serdema pêkhatinên awarte li Rojhilata Navîn û li çar perceyên Kurdistanê de çêdibe, em civîna xwe ya civata giştî a 19 emîn pêk tînin. Ji ber rewşa ku têzanîn ez nikarim wek şexsiyet tevlî bibim, civata giştî bi rêzdarî silav dikim. Ez bi bawer im ku dê ev civîna 19. ya civata giştî dê vê serdema xessas bilayiqî binirxîne, bi niqaşên ku dê bike û bi biryarên ku dê bigire, yê tekoşîna azadiya gelê me û demokratîkbûna Rojhilata Navîn yê bi hêz bike.

Di van rojên ku em civîna giştî çêdikin, êrişên dagirkerî ya dewleta faşista Tirk a dijminê Kurdan, ji bo destkeftiyên Rêvebiraya Xweseriya Bakurê Rojhilata Sûrî ji hole rake didome. Di şexsiyeta Rojava de destkeftiyên Kurdan yên li Rojhilata Navîn tev hedef in. Careke din tê xwestin ku Gelê Kurd bibe qurbana berjewendiyên navdewletî. Lê dê vê carê ew ê bi ser nekevin. Gelê Kurdistanê tev, dostên me û raya giştî dê li dora “Cenga Rojava” bibin yek û şans nedin bi serketina faşizma Tirkan. Ji bo gelê xwe em amade ne her bedelî bidin. Bi serkêşiya gelên Bakûr û Rojhilata Sûrî yên qehreman, bi berxwedana tevahiya gelên li Kurdistanê û derveyî welêt emê dirokek nuh binivîsin. Ez bawer im dê civîna giştî ya KNK’yê dê bibe navgîna bilindbûna têkoşîn û yekbûnê li dora Şoresa Rojava li dijî êrişên dagirî ya dewleta faşist a Tirk. Wek KNK divê em raya giştî ya cîhanê rakin ser piyan û ji bo hişmendiyê ava bikin, seferber bibin. Şoreşa Rojava destkeftê neteweyî ye, rûmeta neteweyî ye, nirxa azadiya cîhanê ye û parastina vê ji bo her Kurdekî peywira neteweyî ye.

Em wek Tevgera Azadiya Kurdistanê, di Rojhilata Navîn de yê ku şerê cihanê 3. didome, yekitiya Kurdan pirsgirêka xwe ya herî stratejîk dibînin. Li Rojhilat Navîn de ji ber ku tê xwestin balansên kevn werin xirakirin şerekî piralî tê kirin. Di rewşa heyî de rewşa Tirkiyê, Ïranê, Sûriyê û Iraqê dê çi bibe ne diyar e. Wek berberî (çekişme) û şer didome, nîşaneke xelasbûna şer di demek nêz de jî nexuya ye. Ew rewş hem ji bo me Kurdan fersend hem jî xetereyan bi xwe re tîne. Bi taybetî jî dewleta Tirk ya serkêşiya dijmintiya Kurdan dike ji bo ku di vê pêvajoyê de Kurd serkeftiyan bi dest nexin, her rê û rêbazên qirêj bi kar tînin. Em pir baş dizanin ku tenê yek stratejiya Dewleta Tirk heye; ew jî komkujiya Kurdan û polîtîkaya desthilattarî ya Tirkan li ser axa Kurdistanê ye, Başûrê Kurdistanê jî tevlî vê ye.

Ji ber vê jî di vê rewşê de divê Kurd bizanibe ku bi destkeftiyên perçeyekî tenê nagihêjin armancê xwe, di her perçeyekî de misogerkirina destkeftiyên xwe di yekbûna Kurdan de bibînin û divê li her çar perçeyan de piştgiriya çalak bidin têkoşîna azadiyê. Ji ber vê jî em ji ber şer û şertên siyasî ya Rojhilata Navîn berpirsiyariyeke dîrokî dibînin û ne tenê ji Hukumeta Başûrê Kurdistanê, ji bo tevahiya partiyên Kurdistanê peyameke erênî ya yekitiyê didin. Bi vî awayî bangkirinên me hene. Em bawer dikin KNK jî di vê mijarê de roleke piralî bilîze.
Delege û mevanên hêja

Hin hêz dibêjin bila PKK şerê xwe negihîne Başûr. Lê em deskeftiyên Başûr wek destkeftiyên xwe jî dibînin. Em îro ji Şemzînanê heya Dersîmê, ji Zagrosê heya Serhedê li her derê bi Dewleta dagirker ya Tirk re di şer de ne. Em şerekî giran dikin. Dewleta Tirk dibêje ku çavkaniya vî şerî Bakûrê Iraqê ye û êrişî Kurdistana Başûr dikin. Me şer neanî Kurdistana Başûr, Dewleta Tirk şer li ser Kurdistana Başûr anî. Ji aliyekî din ve jî perçeyên Kurdistanê ji hev cuda girtin ji xwe şaş e. Me wek PKK deftera şerê di nav Kurdistanê careke din neyê vekerin girtîbû. Em niha jî heman tiştî dibêjin. Çima? Çimkî em netewek in, qedera me bi hev ve girêdayîye. Em difikirin ku partiyên di nav hukumeta Başûrê Kurdistanê de tev di vê mijarê de hesas tev bigerin. Bi taybetî Rojnamegeriya Kurd, rewşenbîr, hunermend û rêxistinên civakî divê hişyar bin û di vê mijarê de rolekî erênî bilîzin.

Xetera li ser gelê me ya li Iraqê didome. Li Başûrê Kurdistanê bi taybetî ji Kerkûkê heya Şingalê li ser Kurdan planên veşartî hene. Li Kerkûk û hin ciyên diyarkirî li Kurdistanê planên hakimbûna Dewleta Tirk hene. Dewleta Tirk qala Misakî Milli dike. Misakî Millî jî Başûrê Kurdistanê û Bakurê Sûrî ye. Li Îranê qrîzên navnetewî û navxweyî yên cidî hene. Li Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê polîtîkayên înkar û îmhakirina Kurdan herî diçe kûr dibe. Li Sûrî miradên qirêj ya Dewleta Tirk didome, ji bo Rojava ji serî heya binî dagir bike bi tevahiya qiweta xwe êriş dike. Li Rojava, Bakûr û Rojhilatê Sûrîyê hîn hucreyên DAÎŞ’ê hene û li hember wan tekoşîn tê dayin.
Li hember Kurdan bi serkêşiya Dewleta Tirk di astên cur bi cur de hevkirina tevahiya dewletên dagirker xeterke mezin e. Balkêş e rexmê ku dewleta Tirk çeteyên li Sûrî rexistin kir û Sûrî xerebe kir, lê dîsa jî di Efrînê de rejîma BAAS û Tirk hevkariyê kirin.

Delegeyên Hêja
Di vê serdemê de ji bo Kurdan du xeteryên bingehîn hene. Yek, perçebûna Kurdan û pêkneanîna yekîtiya neteweyî ye. Di asta yekîtiya neteweyiyê de dive em pirsgirêka yekbûna Kurdan ji darxistina yekbûna partiyan derbas bikin. Ji ber ku netewe tenê ji partiyan pêk nayê. Yê neteweyekî pêk tine aliyên siyasî, civakî, dîn û mezhebî heya şexsiyet tev bi hev re ne. ji ber vê jî xebatên netewî dive ji xwe re bike amanç van aliyan tevan di bin siwanekê de kom bike û dive herkesî li dora prensîp û nirxên hevpar bîne ba hev. Bi bingehîna vê hişmendîyê nezîkbûn hem di awaykê rastîn yekitiya netewebûnê pêk tine, hem jî rê dide ku erkên siyasî bên ba hev.

Dido; Kurd doza xwe nagihîne qadên navnetewî, di qada navnetewî de bi quwetên siyasî yên demokrat û bi gel re bi qasî ku têr dike têkilî danayne. Aliyên pirsgirêkê ne tenê dewletên dagirker in. Erk û quwetên mezin (hêzên kurevî) perçeyê pirsgirêkê aliyê wê ne. ji xwe tiştên pêk tê jî vê dide nişandin. Erk û quwetên mezin heya niha giraniya xwe bi aliyê dewletên dagirker bi kar anîn. Ji ber ku berjewendiyên wan wiha divêt. Lê bi têkoşîna Kurdan rewş guherî. Sîstema dagirkeriyê di bi gelek nêzikbûn û di pratîkê de di polîtîkayên wan de jî pirsgirêkan derxist. Bi nirxandina vê rewşê di vê bingehiyê de bi qiwetên navnetewî de pêşxistina têkiliyan girîng e. KNK, him xetereyên ku dagirkerî ji bo sîstema dinyayê derdixe, him jî ji bo sîstema nû ya Rojhilata Navîn di avakirina demokrasiyê û aramiyê rola Kurdan ya pozîtîf divê baş bide fêmkirin. Wek li Kurdistanê dibe, divê li derveyî welêt jî bi gelan re têkiliyan pêş bixe, divê giraniyê bide dîplomasiya gel.

Rojeveke bingehîn divê li ser bê sekinandin jî girtîbûna Serok APO û tecrîda li ser wî ye. Rêber APO hem aktorekî bingehîn ya pirsgirêkê ye, hem jî nirxeke neteweya Kurdan e. Divê tu welatparêzekî Kurd û partiyekî siyasî ya Kurdan li hember polîtîkayên li dijî Rêber Apo pêk tên bêdeng nemîne. Nêzikbûnên li hember Rêber Apo tên kirin ne şexsiye. Di her nêzikbûnên li hember wî tên nîşandin de mebest û encamên siyasî hene. Ev jî yekser bi çareserkirina pirsgirêka Kurdan re têkildar e. Ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirêka li Bakûrê Kurdistan, ji ber têkoşîna azadî û demokrasiya di her perçeyî de rewşa Reber Apo hemû gelê Kurd têkildar dike. Ji ber vê jî divê herkes di vê mijarê de ji xwe berpirsiyar bibîne.

Di bingeha van fikir, nirxandin û pêşniyaran de dîsa 19. civîna KNK’ê ya giştî silav dikim. Baweriya xwe ya serkeftinê niyar dikim. Dîsa soza xwe ya wek endamekî KNK’ê peywirên dikeve ser milên min de bi cî bînim dubare dikim. We tevan bi rêzdarî silav dikim.