Languages: English ‏سۆرانی‎

Li Ser Wefata Endamê KNKê Birêz Huseyin Narli

PEYAMA SERXWEŞÎYÊ

Ji Bo Gelê Kurdistanê
Ji Bo malbata Huseyin Narli

Xebera xembar û dilsoj ya wefata endamê KNKê yê berê Birêz Huseyin Narli, gihişte me û em bi vê yêkê gelek xemgînin. Bîrêz Huseyin Narli, li bakurê Kurdistanê li Mereşê û li gelek deverên welat di nava refên şoreşgeran de bû. Ji ber êrîş û zextên dewleta Tirk, teybetî jî piştî komkujîya Mereşê, bi awayekî mecbûrî derket Ewropa. Li Ewropa jî cihê xwe di nava xebata rêxistikirina bawermendên Elewî û xebata azadîya Gelê Kurdistanê de girt. Weke nivîskarekî welatparêz jî, di gelek dezgehên ragihandinê de, bi gohtin û bi qelema xwe xeta azadîyê parast. Birêz Huseyin Narli, weke nûnerê Tevgera Elewîyên Kurdistanê bû endamê KNKê û heta dawîya emrê xwe jî li ser xeta neteweyî meşîya.

Wefata nivîskar Narli, jibo xebata welatparêzî û jibo Tevgera Elewîyên Kurdistanê, windayîyek mezin e.

Em ji ber wefata Birêz Huseyin Narli gelek xemgînin, xemgînîya malbatê û dostên wî parve dikin. Bi vê munasebetê em serxweşîyê didine hemî gelê Kurdistanê, bawemendên Elewî, xebatkarên şoreşê û malbatê.

Heval Huseyin, bila çavên te di şûnde nemînin, emê li ser şopa te bimeşin, emê axîn û wesyetên te pêkbînin.

Konseya Rêvebir ya KNKê