Languages: English ‏سۆرانی‎

Li Ser Wefata Endamê Damerzêner yê KNKê Birêz Îdo Babeşêx

Ji bo Gelê Kurdistanê
Ji bo malbata Babeşêx

Xebera xembar û dilsoj ya wefata endamê damerzêner yê KNK ê Birêz Îdo Babeşêx, gihişte me û em bi vê yêkê gelek xemgînin. Birêz Îdo Babeşêx, li başûrê Kurdistanê di ciwanîya xwe de, di nava xebatên şoreşgerî de cihê girt û heta dawîya emrê xwe jî, di nava xebat û sîyaseta welatparêzî de ma.

Di nava sîyaseta Kurdistanî û di nava civaka Êzidî de xwedî cihekî diyar bû. Birêz Îdo Babeşêx, jibo yekîtîya neteweyî jî gelek karên giring kirin û heman demê de bû endamekî damezrêner yê KNKê. Ji damezrandinê û heta demekî dirêj, endametîya wî ya KNKê berdewamkir.

Em ji ber wefata Birêz Îdo Babeşêx gelek xemgînin, xemgînîya malbatê û dostên wî parve dikin. Bi vê munasebetê em sersaxîyê didine hemî gelê Kurdistanê, bawermendên Êzidî û malbatê.

Silav û rêz.

Konseya Rêvebir ya KNKê