Languages: English ‏سۆرانی‎

Li ser teslim kirna Mustefa Selîmî

Rejîma Komara Îslamîya Îranê serbarê qeyran arîşeyên navxweyî û derekîyên xwe, li ser tawanên xwe yên li dijî xelkê azadîxwazê Kurdistanê berdewam e. Ev sûç û tawan tevaya texên civakê wegirtîye. Girtin, eşkence û Îdamkirina çalakvanên siyasî û mafên mirovan û xelkê kedkar û kasibkar bi hemû şêweyekî berdewam in.

Her îro, 11 – 04 – 2020, Mustefa Selîmî li zindana bajarê Seqiz ê hate îdamkrin û termê wî jî teslîmê malbata wî kirin. Selîmî ji bo heyama 17 sal in di zindana Seqizê de girtiye. Piştî serhildana zîndaniyan li roja 3 yê nîsanê bi dehan zîndaniyên di re di revin û li sinûrê seyranbend a bajarê Bane derbazî gundê Germik a nêzî qezaya Pêncwên di be û li wêderê dihête girtin. Li gor hinek nûçe û dengoyan her li wêderê ber bi rojhetê kurdistanê dikin û dikeve destê pasdarên rejîma Îranê.

Nabe Kurdekî, ji teref hêz û kesên Kurdî ve bê girtin û radestî dagirkeran bête kirin. Ev xeta sor e. Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK ji bilî hevxemîya xwe bi malbata Mustefa Selîm ve perve dike. Bi pêwîst jî dizane ku hikûmeta başûrê Kurdistanê vekolînan li ser vî babetî bike û rastiyan ji bo xelkê û raya giştî re eşkere û parve bike. Heman demêde kesên berpisyar derxe pêş dadgehê.

Herweha pêwîste perlementoya herêma başûrê Kurdistanê jî yasayekê li ser bi nezivirandin û teslim nekirina kurdên parçeyên dinên Kurdistanê bo rejîmên dagîrkerên Kurdistanê derbixe û bikevîne di warê cîbicîkirinê de. Ji ber ku di niha da neyar û dijminên me bi hemû şêweyan hewil didin dirz û nakokîyan biêxine nava parçeyên Kurdistanê û di wê rêyê jî de pilanên xwe yên qirêj û gemarî li dijî berjewendiyên xelkê Kurdistanê bikar bîn in.

Konseya Rêvebir ya KNKê