Languages: English ‏سۆرانی‎

Li ser Terteleya Dêrsimê

Daxuyanîya Çapemenî 04.05.2014 – Berî 77 salan, ji heft heyvî heta 70 salî xelkê Kurd li Dêrsimê hate qir kirin. Komkujîyeke dilsoj, tenkîleke wêranker bi serê Dêrsim û Dêrsimîyan hate înan. 4ê Gulana 1937ê bi biryara fermî ya dewlet û hukûmeta Tirk êrîseke mezin ya leskerî bi armanca birandina xelkekê hate kirin. Dewlet û hukûmeta Tirk bi kîn û nefreteke tolhildanî ji erd û esmanî êrisî Dêrsimê kir. Bi hezaran Dêrsimî kustin, hind jî birîndar û bi hezaran jî bi darê zorê dane koç kirin û bi rê ve telifandin. Qirkirineke, jenosîdeke fermî bi biryara dewlet û hukûmetê, bi belge hate kirin. Tistekî wisa li çu derê dinyayê nehatîye dîtin. Ya ku dewlet û hukûmeta Tirk bi serê xelkê Kurd li Dêrsimê înayî çu dewletan bi serê dijminên xwe yên herî dijwar jî neyînane. Ji bilî komkujî, birîndarî û koçeke malwêranî navê Dêrsimê jî bi qanûneke taybetî hate guhorîn û kirin Tuncelî. Dilê Kurdan ji ber wê jenodsîda mezin bi kul e û çu caran ji bîr nakin û divêt ji bîr jî nekin. Kurd divêt hem wê kiryarê hem jî kirdarên wê bûyerê ji bîr nekin, di his û bîrên xwe da adeta bikolin ku çu caran jê neçe.

KNK di 4ê Gulanê da vê jenosîda bi serê xelkê me li Dêrsimê hatîye înan pistî 77 salan jî bi hemû hêza xwe ve careke dî sermizar dike. Berpirsiyarên dewlet û hukûmeta xwûnxwar çi dibêjin, polîtîka gistî çi encam bide ferq nake û ev hovîtîya li ser xelkê me hatîye kirin, rûperekî res yê dîroka bi xwûn ya dewlet û hukûmeta Tirk e. Di her bîrînana van rojên xembar û dilsoj da divêt xelkê me, rêber, pêseng û têkoserên bizava neteweyî û welatî, hem hafizaya xwe ron û ges bigirin hem jî di doza hesab pirsîna ji dijminî da biryardêr bin, têkosîna xwe sist û lawaz nekin.

Hesaba jenosîda Dêrsimê divêt ji dijminî bête pirsîn.

Jenosîda Dêrsimê nayê ji bîr kirin, divêt neyê ji bîr kirin.

Konseya Rêvebir ya KNKê
4 Gulan [May] 2014, Bruksel