Languages: English ‏سۆرانی‎

Li ser teqîna Xaneqînê

Daxuyanîya Çapemenî  28. 04. 2014- Me bi xemgînîyeke mezin bihîst ku li ber derê malbenda 8ê ya YNKê li Xaneqînê terorîstan êrişeke xwekujî pêkînane û di encama vê bûyera xembar da hejmareke bilind welatî şehîd bûne û gelek kes jî birîndar bûne ku hindek ji wan birîndarên giran in.

Ev êrişe di demê ku xelkê me li başûr hazirîya hilbijartinên 30ê Nîsanê dike da pêkhatîye û eve gelek aşkera ye ku bi zanahî û bi plan hatîye kirin. Derûdorên xêrnexwaz ku ji pêşkevtin û geşbûna Kurdistanê aciz in bi çu awayî destan ji têkvedan û fitneyê bernadin. Kurd li parçeyên azadkirî yên welatê xwe gav bi gav xweserîyên xwe yên demokratîk ava dikin. Duhî li Başûr û îro jî li Rojavayê xweserîya demokratîk ava dikin. Çavên her reng dijminan bara nagirin ku Kurdistan li nîveka rojhilatanavîn bejn dide, pêşdikeve. Dagîrker carina dîrekt bi xwe, carina jî bi destê hêzên kirêgirtî dixwazin vê avabûn, pêşveçûn û geşbûna Kurdistanê têkbidin. Çendîn car e ku li Kurdistana Federal van teqînan didine kirin. Li Zaxo, li Silêmanîyê, li Hewlêrê, Li Kerkûkê ev provakasyone kirin û herî dawîyê jî ev kiryara xwe ya hovane li Xaneqînê pêkînan. Ev terorîst û hêzên tarî yên kirêgirtî dixwazin hewayê demokratîk yê hilbijartinan belav bikin û mij û moranê hakim bikin ku di vê tarîyê da bigihine mexsedên xwe yên gemarî. Lê ev derûdorên reş û tarî bi van kiryarên xwe yên dijî mirovî nikarin bigihine armanca xwe û xelkê Kurdistanê dê di van hilbijartinan da tercîha xwe ya demokratîk bi cih bîne û bi vê yêkê bersiva herî xurt bide wan dijminan.

Em wekî KNK bi vê bûyera dilsoj xemgîn in û sersaxîyê didine binemalên şehîdan û daxwaza saxîyê bo birîndaran dikin. Herwisa em sersaxîyê didine hemû rêvebir, endam û terefdarên YNKê ku di mitînga wan ya hilbijartinê da ev êrişe bi serê wan hatîye. Herweha em sersaxîyê didine Serokê Herêma Kurdistanê, Parlement û Hukûmeta Kurdistanê jî. Bila serê xelkê me sax be. KNK şirîkê xema wan e. Hêvî û bawer dikin ku hukûmeta Kurdistana Federal dê di demekî kurt da kirdarên vê kiryara hovane tesbît bike, bigire û bide ber dadgehê ku cezayê layiqî xwe bibînin.

Konseya Rêvebir ya KNKê
28. 04. 2014, Bruksel