Languages: English ‏سۆرانی‎

Li Ser Sêdaredana Pêşewa Qazî Mihemed û Hevalên wî

Berî 72 salan weke îro, di 31ê adar a 1947 an de piştî herifîna Komara Kurdistan li Mehabadê, Damezrêner û Serokê Komarê Pêşewa Qazî Mihemed, Wezîrê Parastinê û Cîgirê Serok Komar Seyf Qazî û nunerê Mihabad lî Parlamenta Îranê û Nunerê Qazî Muhemed li Tehran Sadr Qazî, li sêdarê dan.

Ew heyama nêzî salekê bû, Komara Kurdistanê hatibû îlan kirin û destkeftên mezin yên rêkxistina civaka kurdî, ferheng û çand, perwerde û hînkarî, aborî û bi giştî sazîkirina dewletdarî yê tê de. Lê mixabin bi palpiştîya kolonyalizma nevneteweyî û êrîşên dewleta dagîrkera Îranê, dawî bi Komarê hat. Bi wê jî ne sekinîn heta damezrêner û serokê wê jî li sêdarê dan. Dîsan bi pilan û pîlanên kolonyalîzma nevnetewî ew xewn û hîviyên rizgarî û azadiyê wek mafên rewa yên Kurd bin pêkirin û di wî parçê Kurdistanê dagîrkerî heta roja îro domandin û berdewam dikin.

Di wî demî biryardan û îlankirina dewleta serbixwe, bi navê Komara Kurdistanê biryareke siyasî û civakî ya wêrek û çavnetirsane bû, dinava wan şert û mercên giran yên bi dawîhatina şerê cîhanê yê duwemîn da. Lew ew hewl û cangorî ya ser û pêşengên komarê ji bo me û dîrokê bûne mînak û ders û Pêşewa Qazî Mihemed jî, wek sembolekî mezin di nava berperên dîrokê de cihê xwe girt û hat nivîsandin.

Îro jî, li hemberî desthilatdariya Melayên Îranê, ciwanên kurd, jinên kurd, bi rêxistin û saziyên xwe yên siyasî, civakî û leşkerî têkoşîneke destanî didine meşandin. Hemberî ku Melayên Îranê, cezayê dardekirina ciwanên kurd bi kar tine, ciwanên kurd di zindanan de rehîn digire û dibin navê kasibkariyê de komkujiyan pêktîne jî, gelê kurd têkoşîna xwe, bi xwedî derketina li doza Qazî Mihmmed û hevalên wî didomînin.  

Em weke KNK, di bîranîna 72 salîya li sêdaredana pêşewa Qazî Mihemed,  Seyf Qazî, Sadr Qazî  û hemî şehîdên Kurdistanê carekî din bi rêz û hurmet bîrtînin û li ber bîranîna wan bejana xwe ditewînin. Herweha sêrîde dakirkerên rejîma Îranê û hemî dakirkerên Kurdistanê bi tundî şermezar dikin.

Konseya Rêvebir ya KNK ê