Languages: English ‏سۆرانی‎

Li ser Rewşa Penaberan li Belarusya

Careke din Cihan û bi taybetî Europa rû bi rûyê krîzek penaberan dibe!

Bi hezaran penaber, ku piranîya wan kesan penaberên ji başûrê Kurdistanê, Êraq û Surîye yê li ser sînorên Belarus û Polonya asê û bê çare li nav daristanan de mane. Ev rewşa xirab, metirsîdarîyeke mezin li ser jîyana wan penaberan çêdiki. Bi hezaran zarok û jin jî navde, jiyana wan penaberan di bin metirsîdarîyê de ye.

Raydarên Yekîtîya Europa di aste herî bilind de, desthilatdarên dewleta Tirk, Belarus û Rusya yê suçdar dikin ku Erdogan, Alaxander Lukaşenka û Vilademir Putin penaberan bo armancên xwe weke amoreke siyasî li dijî welatên Yekîtîya Europa bi kar tîne.

Armancên van dewletan li beremberî welatên Yekîtîya Europa bi çi mexsedê dibe bila bibe, di pirsa penaberan û muameleya kû raydarên dewleta Belarus û Polonya li dijî penaberan dikin, jibo mirovahîyê û jibo jiyana penaberan tradejîyek mezine û li dijî mirovahîyê ye. Ev muamele bi ti şêwazî nayê qebûl kirin. Em bangewazî li hemû welatên Yekîtîya Eurpa û kesên xwedî wijdan dikin ku li hemberî van pêkanînên dijî mirovahîyê bêdeng nemînin û çareserîyekê jibo van penaberan peyda bikin.

Em armanc û mexseda wan dewletên Yekîtîya Ewropa navkirî dizanin. Di salên buhurî de me dît dewleta Tirk kû çawa pirsa penaberan di destên xwe de, weke kartekî li dijî welatênYekîtîya Europa de bi kar anî. Di heman demêde em dixwazin bi taybetî BALA raya giştî bikşînin ser mexsed û armanca sereke ya Erdogan û dewleta Tirk,kû rê li ber xelkên Kurdistanê veke da kû herêm ji kurdan vala bike û demografîya Kurdistanê biguhere.

Armancên dewleta tirk armancên stratêjîke kû dixwaze tevaya kurdistanê vala bike demografîya herêmê biguhere û dixwaze ku kes û grûbên ji pêkhatîyên cudan yên dibin kontrola dewleta tirk da ye li herêmê bi cîh bike. Ev stratêjî jbo demografîya herêmê û Kurdistanê gelekî metirsîdare.

Li gel kû em mexseda dewleta Tirk û rejîma diktator ya Erdogan baş dizanin û baş tê dighêjin, dîsa jî em dixwazin bangewazîyê li raydarên başûrê Kurdistanê bikin ku demildest vê mijarê bi cidîyet û bi berpirsaryeke netewî tevbigerin û tedbîrên pêwîst bigrin.

Em weke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, jibo alîkarî û çareserkirina pirsa penaberan, berî kû tradejîyên hîn mezintir bi qewimin, çi bikeve ser milên me, emê hewl bidin cîh bi cîh bikin. Bi vê munasebetê heyetek ya KNKê, wê demeke nîzing de biçi ser wan sînoran û cihê boyerê û serdana wan penaberan biki.

Konseya Rêvebir ya KNKê