Languages: English ‏سۆرانی‎

Li ser peta ya ”KORONA” yê

Hevwelatiyên birêz, Gelê berxwedêrê li Kurdistanê!

Li niha de berbelavbûna vîrosa korona yê, tirseke mezin e bo ser saxlemiya mirovî û sînûrên dewletan bezandun e. Ev vîros vîroseke nû ye, vaksîna li dijî wê hê nehatiye dîtin. Hejmareke zor ji xelkê ji egera vê ta yêjiyan winda kirin e. Ev ta ne asayî ye ku miron bikare bi sanahî û asayî rêyên çareserîyê bê peyrev kirin.lê dikare bi rêya xwe parastinê jê ber bi belavbûna wê bête girt in. Xwe parastin û pêgîrî bi rênimayîyên tendrustî, erkê ser milê her kesekî ye, daku bikarîn xwe û civakê xwe bi parêzin.

Hikûmeta herêm (başûr) û rêveberiya xweser a rojava, her zû rê û rêkarên pêwîst girtine ber û şîyan bi lez ber bi tûş û zêdebûna peta yê bigrin. Di vir de pêwîste sipas û dest xweşya wan bikin. Li bakûr û rojhelatê Kurdistanê tirsa tûş bûnê zêdetir e! Sedemên wê ne karameyî û na berpirsatîya rêjîmên Îran û Turkiya yê ne. Ji alîyekî hem rastîyan li gelê xwe û li Cîhanê jî vedişêr in û ji aliyekî din ve bi dîmagogiyet, xurafat – çîvanok û na zanistî egerên sereke yên berbilav bûn û zêde bûnê ne. Di encam de jî qorbanîyên zêdetirn wê heb in.

Em wek komîsyona xweza ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistan KNK ê, ji gelê xwe dixwazin ku çaverêyî bangên dewletên dagîrker ne bin! Em weke civakeke exlaq zindî bibîne piştevan û hevkarên hev du. Bi berçavgirtina rênwênîyên rêkxistiyên tendrustî yên Navneteweyî û hestkirin bi berpirsyarîyê, xwe û civaka xwe ji tûş bûnê biparêzin.

Rênîşanderên ku sazîya tendrustîya Nêvdewletî û piranîya navendên tendrustî, wek rêyên xweparastinê dayne ber çav ev in:

• Paqij û bijûnî û şûştina dastan piştî encamdana her karekî.

• Dûrkeftin ji cihên pir kes lê û civînan.

• Çûn destê hev du û xwe parastin ji kesên derdor.

• Ji ber ku ev peta zêdetir bi rêya pijmînê belav dibe, pêwîste di demê kuxîn û pijmînê de miqeyed bîn û paqijîyê berçav birun.

• Ne çûyîna der ji malê, baştirîn rê ya! Çendî kêmtir peywendî bi derdorî re hebi baştir e.

• Di demê hest kirin bi her nîşaneyeka vê nesaxîyê, yekser peywendîyê bi nexweşxaneyê bik e.

Di demê gumankirin ji tûşbûnê û manê di xaneya karantînê de, ji bo parastina derdora xwe, pêdivî ye heyama asayî di xaneyê de biqedînî.

Tikaye van rênmayîyan ber çav bigrin!
Heta ku ev qonaxe jî weke dehan qonaxên bûrî yên tirsdar yên ku gelê me di bin siha dagîrkeran de bi berxwedan û agahî ve wê derbaz bikin û ezmûneke nu hya bi hev re bûnê hebûna xwe ber bi hêz tir bibin.

Komîsyona Xweza
Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK