Languages: English ‏سۆرانی‎

Li ser komkujîya Qamislo ya 12ê Adara 2004ê

Daxûyanîya Çapemenî 11.03.2014 –  Rejima Beasê 12ê Adara 2004ê li paytextê Rojavaya Kurdistanê Qamislo xwûn rêja. Hem jî di aktîvîteyeke sporê da xwûn rêht ku spor bizaveke astîyane ye. Di maça futbolê da muxaberata Beasê hêzên paramîlîter organîze kirin û saheya fotbolê kirine gola xwûnê. Bi dehan Kurd kustin, bi sedan jî birîndar kirin. Qamisloyê ev êrisa dijminî bê bersiv nehêla, berxwedaneke layiqî navê xwe nîsan da, serê xwe li ber êrisa muxaberat û paramîlîterên rejima Beasê ne çemand. Rejimê dest pê kir girtinên komî kirin, bi sedan kes avêtin zîndanan, siddet û îskence lê kirin. Zulma xwe di dereceya herî bilind da bi kar îna rejima Beasê. Lê xelkê me, Kurdistanîyan berxwedana xwe, têkosîna xwe domand.

Îsal, 2014 dehemîn sala komkujîya Qamislo ye. Xelkê me di dehemîn sala wê bûyera dilsoj da qedera xwe hilgirtîye destê xwe. Jîyê [emrê] zulmê dirêj nîne. Xelkê me ji 2012ê were li ser axa xwe dawî li desthilata rejimê înaye û dest bi avakirina xweserîya xwe ya demokratîk kirîye. Ji ser wê komkujîya Qamisloyê deh sal borîn û vê gavê li Qamisloyê bayê azadîyê rabûye û rojavaya Kurdistanê bi destê xwecihên xwe yên eslî ve tête îdare kirin. Xelkê me digel xelkên kêmanî yên Kurdistanê dest dane hev û Kurdistana Kantonal îlan kirin û îro ji Efrînê heta Kobanî û heta Rimêlan û Sêmalkaya Cizîrê sê kantonên Kurdistanê hatin damezrandin. Kurdan digel hevwelatîyên xwe yên Asûrî-Suryanî, Ermenî, Ereb û kêmanîyên dî îdareya xwe ya xweser ava kirine û li axa xwe, li jîyana xwe û ya herî giring li paseroja xwe xwudan derketine.

Em wekî KNK di vê dehemîn sala komkujîya Qamislo da, sehîdên Qamisloyê bi rêzgirtineke mezin bi bîr tînin. Xwûna wan bi avê da neçû, berxwedana wan bû xîmê avabûna xweser ya îro. Di serî da Qamislo wekî paytextê Kurdistana Kantonal û hemû xelkê me yê rojavayê îro rûyê xwe spî kirîye, dijî her reng êris û operasyonan welatê xwe diparêzin. Bawerîya me bilind e ku Qamislo û pêkve xelkê me yê Kurdistana Kantonal dê vê destkevta mezin biparêzin û bikine warekî nimûne yê azadî û demokrasîyê.

Konseya Rêvebir ya KNKê
11.03.2014