Languages: English ‏سۆرانی‎

Li ser îdama Hebîbullah Gulperîpûr

Daxûyanîya Çapemenî 26.10.2013 –  Rejima islamî ya Iranê di îdamê da diçe rekorê. Iran û Çîn di îdamkirinê da paralel diçin û adeta di vî karê nemirovî da di nav rekabetê da ne!.

Rejima islamî ya Iranê ji roja damezrîna xwe were mixalifên xwe digire, îskenceyê lê dike, dikuje, îdam dike. Dîroka rejima islamî ya Iranê ji destpêkê were bi xwûn e, zulm e. Ev rejima xwûnxwar ya islamî ya Iranê her kes, grûba civatê, xelk û neteweyên ku daxwaza mafên xwe yên mirovî, demokrasî û azadîyê dikin bi yêk zimanî digel wan diaxive û ew jî tenê siddet, îskence û îdam e. Heta nihe bi hezaran Kurd û Kurdistanî ji dezgehê îskenceyê borandine, hefs kirine, li kuçe û kolanan kustine û herweha bi sedan têkoserên demokrasî û azadîyê jî îdam kirine. Ev rejima hov ji xwûnê têr nabe. Roj nîne ku azadîxwazek, demokrasîxwazek neyê girtin, neyê îskence kirin, neyê kustin û îdam kirin.

Herî dawîyê têkoserê Kurd, milîtanê doza mirovahî, demokrasî û azadîyê Hebîbullah Gulperîpûr li zîndana Urmîyeyê hate îdam kirin. Hebîbullah Gulperîpûr ji Îlona 2007ê were girtî bû û li Adara 2010ê jî hukmê îdamê lê hatibû birîn. Gulperîpûr serê xwe li ber vê zulma rejimê neçemandibû û her di roja girtina xwe da û pistî dana hukmê îdamê jî bi serbilindî parastina xwe ya polîtîk kiribû û dijî rejimê dengê xwe yê têkosînê bilind kiribû.

Rejima islamî ya Iranê îro spêdeyê ev têkoserê azadîyê li zîndana Urmîyeyê îdam kir. Rejima islamî ya Iranê bi îdama Hebîbullah Gulperîpûr esasen xwe îdam kir. Ev rejima despot bi îdamkirina her tekoserê demokrasî û azadîyê benikê îdamê dike stûyê xwe û xwe îdam dike. Rejima islamî ya Iranê bi îdamkirina her mixalifê xwe jîyê xwe kurt dike. Îdama Hebîbullah Gulperîpûr dê dawîya rejimê nêzîktir bike, hilwesîna wê bi leztir bêxe. Vê gavê jî bi dehan têkoserên demokrasî û azadîyê girtîne û ji teref rejimê ve li dora îdamê hatine rêz kirin.

Rejima islamî ya Iranê bi van kir û kiryarên xwe her roj û her seetê mirovahîyê îdam dike. Mirovahî divêt bêdeng nemîne. Îdama Hebîbullah Gulperîpûr divêt alarmeke ciddî ya hisyarkirina mirovahîyê be. Dijî îdamên rejima islamî ya Iranê divêt deng zêdetir bête bilind kirin. Îdam sûcê mirovahîyê ye û rejima islamî ya Iranê bi van îdaman sûcê xwe girantir dike, lê bêdengîya mirovahîyê jî sirîkatîya vî sûcî ye.

Azadîxwaz, demokrasîxwaz, mirovhez divêt aktîvtir bin dijî van îdamên rejima islamî ya Iranê. Mixabin dewletên mezin yên dinyayê ji kaseyên xwe yên pareyan, ji xezîneyên xwe yên zêran pê ve tistekê nafikirin. Wijdana wan bûye ber, dengê xwe nakin. Lê belê, digel hertistî mirovahî nemirîye û divêt dengê azadîxwazan, demokrasîxwazan bilindtir derkeve. Têkoser û milîtanên doza demokrasî û azadîyê, aktîvîstên mafên mirovî divêt her bi çi rengî be nerazîbûna xwe ya beramberî vê polîtîka hovane ya rejima islamî ya Iranê diyar bikin, bangî wijdana mirovahîyê bikin. Bêdengîya di vî warî da dê hejmara îdaman zêdetir bike. Êdî ew roj hatîye ku dijî rejima islamî ya Iranê cepheyekî berfireh yê demokrasî û azadîyê bête vehûnandin, bête aktîv û dînamîze kirin. Roj hatîye ku hemû demokrasîxwaz, azadîxwaz û parêzerên mafên mirovî yên li seranserê Iranê cepheyekî pahn û berîn ava bikin, her dengekî mixalifê vê rejima xwûnxwar organîze bikin û rojek zûtir xelkên Iranê ji vê rejimê rizgar bikin.

Di têkosîna dijî vê rejima hov ya Iranê da mixalefeta herî organîze û aktîv bizava neteweyî û welatî ya Kurd û Kurdistanîyan e. Lewma bizava neteweyî û welatî ya Kurd û Kurdistanîyan li rojhilatê erkdar e di vî warî da. Divêt di nav xwe da koalisyoneke neteweyî û welatî ava bikin û vê berbelavîya beramberî rejima islamî ya Iranê bi dawî bînin. Kurd û Kurdistanî li hêvîya pêsêngên xwe ne ku vî erkê xwe yê pêsengîyê layiqen bi cih bînin. Îdama her têkoserekî Kurd û Kurdistanî guneheke mezin e li ser stuyê van pêsengên Kurd û Kurdistanê.

KNK bi salan e bi dengekî bilind dibêje ku hemû organîzasyonên Kurd û Kurdistanî, sexsîyetên polîtîk û ronakbîrî di nav xwe da yêkîtîkyeke neteweyî û welatî çêbikin. Heta ku koalisyona neteweyî û welatî di navbeyna Kurd û Kurdistanîyên rojhilata Kurdistanê da pêkneyê, têkosîneke hevpar û hevrayî neyê dan, ev rejima hov van îdaman narawestîne. Bila îdama Hebîbullah Gulperîpûr bibe hawara dawîyê ji bo hemû hêz û kesên ku pêsengîya têkosîna azadîyê dikin li rojhilata Kurdistanê. Em wekî KNK dubare dibêjin êdî bes e! Hêz û kesên ku xwe berpirsiyar dizanin, xwe di têkosîna dijî rejima islamî ya Iranê da pêseng dibînin bibin yêk!

Em wekî KNK sersaxîyê didine binemal û hemû kes û karên Hebîbullah Gulperîpûr. Bila serê binemela wî, serê xelkê Kurd û hemû Kurdistanîyan sax be. Têkosîna Hebîbullah Gulperîpûr berdewam e, alaya di destê wî da neketîye erdî, di destê têkoserên azadî û demokrasîyê da bilind e û herdaîm jî dê bilind bimîne heta rizgarîyê, heta serkevtina mezin, heta hetayê.

Em rejima islamî ya Iranê ji ber îdama Hebîbullah Gulperîpûr û hemû kiryarên wê yên nemirovî sermizar dikin, protesto dikin. Bila qehir bin!

Dengê mirovahîyê mixabin nagihe vê rejima hov, lê dîsa ve em bangî mirovahîyê dikin ku dengê xwe bilind bikin ku qet nebe îdamên li dorê bêne rawestandin. Em bas dizanin ku rejima islamî ya Iranê ne insaf, nejî wijdan heye. Lê belê em dîsa ve bangî rejimê jî dikin ku êdî bes îdaman bike, dawî li vê polîtîka xwe ya fasîzan bîne, girtîyên polîtîk berde.

Konseya Rêvebir ya KNKê