Languages: English ‏سۆرانی‎

Li ser êrîşên hovane yên li ser kolberan û siyaseta birçî û bêkarkirina xelkê rojhelatê Kurdistanê

Dîroka 40 salîya komara îslamî ya Îranê, dîroka kuştin, revandin, zîndanîkirin û tirsandina gelên Îranê ye. Bi taybetî jî dijî xelkê rojhelatê Kurdistanê, ku her dem navenda azadîxwazîyê bûye. Her ji rojên destpêka hatine ser hukmê desthelatê ve fetwaya binbirkirina kurdan hatîye dan. Bi ruhn û zelalî xweya bûye ku banga cuda ya li ser bi wek dibêjin alîyê reformxwaz di nav bazneya desthelatî de axaftinên xapandin û saxteçî yên siyasî û herwesa dirêjedana siyasiyane ye. Hemû desthelatên dewleta Îranê di tepeserkirin û dijatîkirina gelên Îranê de di beşdar in.

Rêjîma dagîrkera Îranê sereray hindê ku rojhelatê Kurdistanê kiriye serbazgeheke mezin, bi bingehên îtîla´at û pasdar û besîcan bingeha aborîya Kurdistanê jî xapşr û wêran kirî ye. Ne k her li tu alîyekî giringî bi werara aborîya Kurdistanê nake, belku bêkarkirin û bi zehmet peydakirina jiyara rojanê jî ji xelkê qedexe kirîye û her roj bi hîcetekê êrîşan dike ser xelkê Kurdistanê. Ev siyaseta bê kar û birçî û deyndarkirinê stûna stratejîya sîstema dagîrkerîyê ye.

Neçarkirina karker û zehmetkêşên kurd, yên ku bi sedan kîlometran ji zêda xwe ji bo peydakirina karekî demi û demsalî dûr bikev in û bo jêrîya Îranê biçin, beşekê wê siyasetê ye. Di wê dîdgehê de karê kolberatîyê ne kareke ku kurdistanîyan helbijartibe, belkû zehmetkêşî û keddaneke ku bi ser wana hatiye sepandin. Li gel wê jî de Turkiya û Îran muhra qeçexçîtîyê bi armaca navzirandin û sivkatî pêkirin û piştre bi nayasayîkirin lê didin. Hijmara kuştin gulebarankirina kolberan roj bi rojê ber bi zêdebûnê ve dice. Ser hindê re banga aştîxwazîya kurdan, komara Îslamîya Îranêli ser van destdirêjî û binpêkirina mafên mirovan li ser hoîtîya xwe berdewame. Niha ku rojhelatê Kurdistanê û hîn cihên dî yên Îranê nerazîbûneke heta radeyekî cemawerî bi nîşadana “sifreya vala” bi xwe ve dibînin u ku 11hem roja xwe daye, bersîvdana siyaseta bêkarkirin û bîrçîkirinê ya komar Îslamî ya Îranê ye.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistan KNK e, bi şiddet hovîtîya Komara Îslamîya Îranê ya li dijî kolberan şermezar dike û piştgîrîya xwe ji wê nerazîbûna berfireha cemawerî nîşan dide, yên ku bi şêweyekî ji bo aşitî û nan û azadîyê derdibirin. Ew core di nîşandana narezayîyê sakartirîn şêwê derbirîna mirovê serbilind e ji bo jiyaneke asûde ku mafê rewa yê xwe ye.
Dijatîkirin û pevrçûna îradeya azad û şanazîya xelkê Kurdistanê û xelkên din yên Îranê mahyeta berpirs û desthelatdarên dewleta Îranê nîşan dide.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistan KNK, daxwaz ji Kurdistanîyan li cihekê diyayê hene, dike ku xwedî li xelkê rojhelatê Kurdistanê derkevin û yêkîtiya neteweyî xurt bikin. Yêkîtiya neteweyî bi bandortîrn, çekê didestê me de ye ji bo bersîvdana dagîrkerîyê û bê binyaddanana civakeke demokratîk û pluralist, ku ew jî zamin û misogerkirina aboriyeke şefaf û rêkxistineke hoşyare ku dikare beriberi, wekhevî û dadperwerîya civakî tê de ferqerar bibe.

Konseya Rêveber ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK
KNK Hershi Komari Islami Dij Be KOLBERAN u SIFREAY XALI-FARSI

KNK Hershi Komari Islami Dij Be KOLBERAN u SIFREAY XALI-SORANI