Languages: English ‏سۆرانی‎

Li ser encamên helbijardinên başûr ji bo parlemanê Îraqê

Li ser encamên ragehandina komîsiyona bilind a serbixweya helbijartinên Îraqê li 14-05-2018 an, ya helbijartinên giştî yên Îraqê li 12-05-2015, rewşeke siyasî ya ne li bar li başûrê Kurdistanê serî hilda.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK, di destpêkê de biryara hinde da kul i hember hilbijartinên Îraqê li başûrê Kurdistanê bê alî be. Ji ber ku başûrê Kurdistanê kiyanekê siyasî xwebirêveber heye. Daxwaz û ûmêda me ew bû ku hilbijartin li başûrbak û bê gire û bê arîşe derbaz bibe û herweha hemû alî hewl bidin beramber hikûmeta Îraqê ewên ku bi çörek dijberiya mafên neteweyî û demokratîyên xelkê Kurdistanê dikin, yek helwîst û yek deng bin.

Piştî ragehandina serencaman şeş 6 rêxistiyên siyasî yên başûrê Kurdistanê ji wan ( Goran, Komela Îslamî, Yekgirtiya Îslamî, Bizava Îslamî, Hevpeymanî ji bo demoktasî û dadperwerîyê û Parta Şû´î ya Kurdistanî.) li 17 -05 -2018 an li ser astê parêzgeha Silêmanîyê nerazîbûna xwe nişan dan û serencaman bi rast û drust nizan in. Herweha nûnerên wan her 6 alîyan li Hewlêrê jî civîyan û heman peyam ragihand. Lew li ser astê başûrê Kurdistanê bi giştî doxeke bê dengîyê li hember wan daxwaziyan xweyaye û ew jî cihê diltengîyê ye.

Hevwelatiyên başûr bi taybetî û Kurdistanî bi giştî wê dizanin ku piştî buyerên 16 ê Oktobera 2018 an rewş û doxeke ne seqamgîr, ne tebayî, tundutîjî û bê biryariyê ya li başûrê Kurdistanê didome. Hêvîyek hebû ku beşdarîya hêzên başûr di hilbijartinên seraserî yên Îraqê de bi corekî Kurdistanî ji hev du nêzîk bike û di rêya yek helwîstî û yek dengî û pilaneke hevpar da wan qeyran û ziraran verevîne. Lê mixabin heta îro jî qeyran û kirîzên başûr hîn aloztir û kûrtirin.

Li ser vê rewşa li başûrê Kurdistanê heyî KNK daxwaz ji hemû alîyên başûr bi taybetî û tev Kurdistana mezin dike ku bi giyan û riheke lêborîn û paşerojbînî û berjewendîya neteweyî û niştîmanîya berfireh bi hev re bbikevne nava deyalogeke demokratîk û zelal û çarenivîshembêz.

Di vê hole de her core çareserîyek, her ji dubare vavartin û hejmartina dengan û îtifaqeke dadperweriyane ku bi xer û qezenca xelk û Kurdistanê be, ne tekkes û viyana partayetî berçav bête girtin.

Niha ew dewletên Kurdistan dagîrkirine di nava kirîzên mezin de ne. ew hewl didin ku xelkê Kurdistanê jî di xebata niştîmanperwerî- welatparêzîya xwe dûr bixe û me pavêjne nava kirîz û qeyranên xwe da. Ji ber vê yekê persîva drust a pilanên dagîrkeran , tenê rêzgirtina yekîtiya neteweyî û ploralizma siyasî û herweha li ser encamên proseya demokratîk.

Em pêwîste li başûrê Kurdistanê bikaribin rihûrîşe ûsînûrên hizbatîya berteng û navçeperêsî derbaz bibin heta ku başûr bibe kelheke xurt û bi hêz û hêza xebata neteweyî û niştîmanîya Kurdistanê li dijî dagîrkeran. Bi taybetî ku di roja îro de hal û rewşa wan ber bi jêr de diçe. Hunerê şûreûgêrî û demokratîxwazîyê ewe ku bi çi awayî be nekevîne nava ejindayên dagîrkeran.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK ji hemû hevwelatî, civaka Kurdistaî, grup û alîyên siyasî û tev rêxistiyên sivîl û rewşenbîrî yên başûr û Kurdistana mezin dixwaze û bang dike:- ku xwe ji zimanê nesiyasîyê zivir û birîndarker, li zimanê tundûtîjî û bi taybetî ji kar û kiryarên dirbeyî bi dûr bigrin. Berovajî vê doxa dijwara niha bikene ezmûneyek jib o nîşandana dilpakî, serrastî û dilsozbûnê li hember xwîna pîroza neteweya me û jib o paşeroja Kurdistanê.

KNK e, tekez dike ku pir girînge peyama başûrî ji bo hevwelatîyên Îraqê û ji bo aliyên siyasî yên heyîn, peyama Aşitî, birayetî û rêzgirtin ji mafê mirov û serwerîya her kesekî be.

Piştî 3 sê heftiyên pêş, bakûrê Kurdistan û li Tirkiyê gelê me dikeve nava hilbijartinekê de. Bakûre Kurdistanê di bin zext û fişareke mezin û giran a hukmî nizamî û totalîtariya Ardogan û dewleta wî de ye, şert û mercên niştîmanî û neteweyî yên li başûrê Kurdistanê persîva dirust bi rêveberîya ne dadperweriya Tirkiya yê dibe.

Di nava kirîz û qeyranên rojhilata navîn de gelekî girîng e, Em bi hev re Kurdistanê bikine mêrga aramî ûseqamgîriyê û azadîxwazîyê. Ev kar bi îradeyeka siyasî dikare berqerar be, ku berjewendiya niştîmanî berçav bête girtin.

KNK Li ser serencamy helbjradin le Bashur Irak SORANI
Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK