Languages: English ‏سۆرانی‎

Li Ser Alozîyên li Başûr, Bangewazîya KNKê

Ev demeke dirêje dewleta Tirk bi hemî hêza xwe ve, êrîşê başûrê Kurdistanê dike. Hinek devern Başûr dagîr kirne, li gelek cihan bingeh û baregehên xwe çêkirine. Dewleta Tirk ne tenê bi alê leşkerî ve êrîş dike, heman demê de destê têxe nava Başûr û bi rêya hevkar û sîxurên xwe, nûçeyên derew bilav dike, bigeha provokasyonan amade dike û alozîyan derdixe. Dixwaze hêzên Kurdî bîne berbihev û şerekî navxweyî derbixe.

Tam jî di vê dema hesas de, hêzên çekdar yên girêdayî PDKê, li devera Garê ketin hereketê û ber bi noqteyên Gerîla ve çûn. Li gelek cihan noqteyên kontrolê avakirin û hinek cihan jî li nîzingê noqteyên Gerîla, xwe bi cihkirin. Ev rewş jî bû sedemên alozîyan. Ev alozî di demeke wehade rû dide kû li herêmê û li her çar perçên kurdistanê, rewşekî gelekî metirsidar li hember destkeftîyên gelê kurd bi xwere tîne. Ev alozîya kû li devera Garê, van cend rojên dawîde gihîstîye radeyeke gelekî metirsîdar û di her kêlîyê de dikare bibe sedemê şerekî di nav hêzên Kurdî de. Şerekî vî rengî karesateke mezin û malweranîyê bi xwere tîne. Sereke bi vî rengî di nava hêzên kurdî de, çi şik û gûman nîne kû dê bibe sedemê têkçûna qezenc û destkeftîyên gelê Kurd li çar alîyên kurdistanê. Ev alozî tenê dilê dijminan xweş dike û dilê dostan dişkîne.

Banga rayedarên KCKê, teybetî bang û hişyarîyên Birêz Murat Karayilan, di cihê xwedebûn ku banga diyalogê hate kirin. Kongra Neteweyî ya Kurdistanê, nirxekî mezin dide vê helwesta diyalogê. Em heman helwestê ji rayedarên PDKê jî hêvî dikin û li benda helwestekî erênî ne.

KNK bi mesûlîyeteke neteweyî, dixwaze bala raya giştî ya gelên Kurdistanê bikşîne li ser rûdanên bi vî rengî û encamên kû bi xwere bîne. KNK, bi çi rengî berjewendîyên gelê Kurd di alozyek bi vî rengî de nabîne û li hember radiweste. Jiber van sedeman, KNK bangewazîyê li PDK û PKKê dike kû bi çi rengî rê nedin rewşeke weha rû bide û zûtirîn demê de, bi rêya dialogê çareseryekê ji vê alozyê re peyda bikin!

Her weha bangawazîya KNKê di serî de ji gelê Kurd, Partî, rêxistin û sazîyên Kurdistanî re heye kû bi hestîyareke bilind û bi mesûliyeteke neteweyî, bi erka xwe rabin û pêşî li vê malweranîyê bigrin.

Em weke KNK, ji niha ve amadekarîya şandeyeke ji rêveberîya KNKê, ji nûnerên partî, rêxistinên siyasî û civakî û kesayetîyên welatparêz pêktê dikin kû jibo çareserîyê zemîna dialogê ava bikin û alozîyê çareser bikin. Em bi hêvîne û hewl didin kû zûtirîn wext de, ev kar bigihê encamekî pozîtîf.

Konseya Rêvebir ya KNKê