Languages: English ‏سۆرانی‎

Li Rojavaya Kurdistanê avakirina xweserîya demokratîk

Daxûyanîya Çapemenî 21.01.2014 – Li Rojavaya Kurdistanê prosesa avakirina xweserîya demokratîk gav bi gav pêsdikeve. Xelkê Kurd û hevwelatîyên Kurdistanê, Asûrî-Surayanî, Ermenî, Ereb û yên dî ji milekê ve dijî rejima Samê û li alîyê dî jî dijî opozisyonê welatê xwe diparêzin. Bi taybetî goya mixalifên rejima Samê yên islamîyên cîhadîst dijî Kurdistanê serekî hovane domandin û hêj jî êris û gefên wan didomin. Ji serî were bi taybetî dewleta Tirkîyeyê hevkarîya van hêzên islamî yên cîhadîst dikir ku serê wêranker bi temamî li axa Kurdistanê belav bikin û bi vî rengî rê li ber avabûna Kurdistanê bigirin. Xelkê me mil bi milê hevwelatîyan welatê xwe parastin û firset nedane van hêzên res û tarî.

Îro em dibînin ku xelkê me digel hevwelatîyan qedera xwe kirine yêk û dem û dezgehên xwe yên rêvebirinê ava dikin. Kurdistanîyan dest pê kirine meclisên xwe ava dikin, girêdayî van meclisan jî mekanîzmayên rêvebirinê pêktînin. Em wekî KNK ji destpêkê were pistevanîya bizava neteweyî û welatî ya li Rojavaya Kurdistanê dikin. Daxwaza KNKê ew e ku ev prosesa avakirinê di çarçoveya demokratîk da bête domandin û hemû dînamîkên neteweyî û welatî di nav da bin. Hemû rêxistinên polîtîk, yên sivîl û demokratîk, kesayetên ronakbîr û polîtîk divêt ji bo tifaqa navxweyî bi berpirsiyarîyeke bilind ya neteweyî û welatî hereket bikin û ji bo pêkînana vê yêkîtîyê seferber bin û vî erkî bi cih bînin. Garantîya avakirina welatî û rêvebirîya xweser ya demokratîk ev hêza mezin ya neteweyî û welatî ye. Herwisa mayîndekirina vê destkevta mezin jî bi pêkînana vê tifaqa navxweyî mumkun dibe. Lewma wekî hercar KNK bi israr banga xwe dubare dike ku dînamîkên neteweyî û welatî zûtirîn dem hêzên xwe bikine yêk û bi vê tifaqê hem welatî ava bikin hem jî di meydana navneteweyî da xwe bidine nasandin û temsîl kirin. Temsîlîyet û nasandina di meydana navneteweyî da seda sed bi vê yêkbûna navxweyî ve girêdayîye.

Niha li ser pirsa Sûrîyeyê kombûneke navneteweyî ya bi navê Cenewre-2 li Swîsê pêktêt. Pirsa Sûrîyeyê bi pirsa ”Sûrîyeyeke çawan” ve girêdayîye. Alternatîva Sûrîyeya îro ya antî demokratîk, Sûrîyeya Demokratîk e. Sûrîyeya Demokratîk bêyî qebûlkirina maf, azadî û statuya Kurd û Kurdistanê ne mumkun e. Yên ku li Sûrîyeyeke nû digerin heta ku cih nedine temsîlîyeta yêkgirtî ya Kurd û Kurdistanîyan nikarin rê li ber Sûrîyeyeke nû vekin. Amadekarên Cenewre-2yê, heke her bi çi rengî be rê nedine temsîlîyeta yêkgirtî ya xwumal ya Kurd û Kurdistanîyan nikarin encameke serkevtî jî bi dest ve bînin. KNK hêvî dike ku amadekarên vê hewildanê rastîya Sûrîyeyê û ya Rojavaya Kurdistanê bi zelalî bibînin û li goreyî wê gavan biavêjin. Di encam da, xelkê me, hevwelatîyên Kurdistanê, divêt bas bizanin ku temsîlîyet û nasandina li meydana navneteweyî sebir û wext dixwaze. Ya giring ew e ku hem bo avakirina navxweyî hem jî bo temsîlîyet û nasandina navneteweyî di serê hertistî da divêt tifaqa navxweyî bête vehûnandin û pêskevtinên welatî li ser vî esasê yêkgirtinîya neteweyî û welatî bêne pêsxistin.

Di vê demêde Rojavaya Kurdistanê li herêma Cizîrê, iro gavek girng hate avêhtin. Avakirina Rêveberîya Xeserîya Demokratîk ya Kantona Cizîrê hate ragihandin. Em vê gavê weke gavek pîroz dibînin û bi dilgermî silav dikin û sêrîde li gelê me yê Rojava û li hemû Gelê Kurdistanê pîroz dikin.

Bi van bîr û hiziran em wekî KNK daxwaza serkevtinê ji bo berpirsiyar, rêvebir û temamî xelkê me yê Rojavaya Kurdistanê dikin.

Konseya Rêvebir ya KNKê