Languages: English ‏سۆرانی‎

Li hemberi kiryarên Zordestiya Iranê bêdeng neminin

Daxûyanîya Çapemenî 24.11.2010-Em, kiryarên hovanê dewleta Iranê, ku li dijî girtiyên PJAK û siyasiyên Kurd  dimesên, bi tundî sermezar dikin. Siyaseta rêvebiriya Iranê ya  dardekirinê, ne di huquq de, ne di demokrasî de, ne di mafên mirovan de û ne jî di rêbazên ademiyetê de hene.  Bi yek gotinê ev hovîtî ye.

Dewletê Îranê, ji bo ku kes û eniyên ji bo mafên demokratîk û azadiyê, ji bo jiyaneke bi rûmet têkosînê dikin, bitirsîne, ceza bike û  berteref bike, siyaseta dardekirinê, ji berê de bikartîne. Bi siyasetên kustin, mirin û dardekirinê dixwaze ku gelan teslîm bigire û wek kole bikarbîne.  Bi kanunên antî-demokratîk, mafên insanî û xwezahî têne binpêkirin. Mafê parastinê jî nayê dayin û bi cezayê dardekirinê kesan dardedikin.

Dewleta Iranê girtiyan, raya gistî vedisêre û bi awayekî dizî û nepenî wan dardedike. Hîna jî gelek girtî wek rehîn têne girtin û  bendeyî dardekirinê ne.

Rejîma Iranê di 14ê Çileyê 2009an de, parêzvana mafên mirovan Zeyneb Celaliyan, bi 19 hevalên wê gitin binçavan û tu agahî ji Celaliyan ne hate standin. Di encamê de keça Kurd Zeyneb Celaliyan, bi cezayê dadekirinê hate ceza kirin. Lê, hate zanîn ku Zeyneb Celaliyan di girtîgeha Tahranê Evîn û gelek girtîgehên din de hatiye girtin û dibin êskenceyên hovane û derî însanî re hatiye derbas kirin û tecrîd kirin.

Her dawî, derkete holê ku Zeyneb Celaliyan di meha Êlûnê de di girtîgeha Kirmansah de hatiye bi cih kirin.

Ji sedema êskenceyên dijwar û sîstematîk û berdewamî yên li ser aktivîsta Kurd Zeyneb Celaliyan, tenduristiya wê xerab bûye û gihaye qonaxa metirsînê. Her deme jî dikarê werê dardekirin.

Ev trajedî, ne tenê li ser Zeyneb Celaliyan tê mesandin; li dijî bi dehan girtiyên siyasî yên Kurd  tê mesandin. Ji ber ku dehan girtiyên siyasî yên Kurd li bendeyî dardekirinê rehîn têne girtin û tê xwestin ku gelê Kurd, bi dardekirina werê tune kirin.

Ji bo ku dardekirinên li Iranê werin rawestandin, pêwiste her kes rabe ser lingan. Konsolsoxane, sazî û dezgehên Iranê bi tundî werin protesto kirin. Em bang li patiyên siyasî yên Kurdan jî dikin û dibêjin: Ev siyaseta Iranê ya qikririna Kurdan e,  pêwiste Kurd teva di nava yekîtiyeke dilsoz de, li dijî Îranê haraket bikin û dijberiya xwe nîsan bidin.

Em bang li Neteweyên Yekbûyî, li Yekîtiya Ewropa û li sazî û dezgehên demokratîk û li raya gistî ya cîhanê teva dikin ku, li dijî siyaseta  Îranê ya hovane, bi awayekî lezgîn dengê xw ebilind bikin û dijbeirya xwe nîsan bidin. Li  Zeynep Celaliyan xwedî derkevin û dardekirina wê bidin rawestandin. Ev, ji bo her kesî binbarî û berpirsiyariya vijdanî û însanî ye.

Em bang li tevahiya cîhanê dikin ku li hemberî vê kiryara hovane derbikeve û nebê hevkarên siyaseta sucê mirovahiyê.

Komisyona Jinan ye KNKe’
24.11.2010