Languages: English ‏سۆرانی‎

Li Amedê êriş li îradeya gelê Kurdistanê hatîye kirin

HDPê [Partîya Xelkan ya Demokratîk] di rêze mitîngên xwe da xwast fînala mezin li Amedê bike. Bi hezaran Kurdistanî li meydanê kombûn ku ne tenê guhdarîya Hevserokê HDPê Selahedîn Demirtaş bikin, herwisa xwe amade kiribûn ku ji nîveka dilê xwe biqîrin ku erd û esmanê Kurdistanê û Tirkîyeyê bi rengekî demokratîk bihejînin û îradeya xwe ya neteweyî û niştimanî nîşanî yar û neyarên xwe bidin. Kurdistanîyan xwe hazir kiribûn ku di mitînga Amedê da îradeya xwe ya mezin, îradeya xwe ya hilweşandina bend û barajan, bilindkirina daxwaza maf,wekhevî û azadîyan bigihînin welat û derveyî welat.

Amedî û Kurdistanîyên ku hatine piştevanîya Amedîyan bi hemû rengên xwe, bi hemû ferq û cudahîyên xwe, bi cesaret û fedakarîya xwe bi yêkdengî û serbilindî banga xwe ya azadîyê, demokrasîyê, aştî û wekhevîyê di dereceya herî bilind da gihandin her derê ku divêt bibihîsin.

Lê mixabin ku xêrnexwazan bi bombeyên eyarkirî mitîng kirine gola xwûnê. Çar kuştî û bi sedan kes jî birîndar hene.

Êrişa li Amedê, gefeke bêperwa ya dewlet û hukûmeta Tirkîyeyê û merkezên kevneperest û tarî ye li ser Kurd û Kurdistanê û herwisa li ser cepheyê digel demokrasîxwazên Tirkîyeyê pêkhatî. Bi navê dewleta Tirkîyeyê ewlekarî û asayiş di destê hukûmeta AKPê da ye û ji vê bûyerê jî berpirsiyar e. Kurd û Kurdistanî vê ajawekarîya dewlet û hukûmeta Tirkîyeyê bêyî bersiv nahêlin.

Bersiva Kurd û Kurdistanîyan, ya tifaqdaran û pêkve endam û alîgirên HDPê hemleya 7ê Hezîranê ye. Di hilbijartina roja yêkşembê anku 7ê Hezîranê da beramberî vê gefa dewlet û hukûmeta Tirkîyeyê divêt netirsîya xelkê me û dostên xelkê me bi dengan di sindoqê da bête dan û ev planê provakasyon û têkvedana li ser hilbijartinan bête pûç û belav kirin. Dewlet û hukûmeta Tirkîyeyê dixwazin bi van êrişan rê li ber mezinbûna bizava Kurd û Kurdistanîyan û cephegirên wan yên Tirkîyeyê bigirin û temsîlîyeta wan ya di HDPê da pêkhatî bi hîle û komployan berteref bikin. Eve leyizeke mezin e û esasen ev planê wan yê qirêj gelek bi xwûnsarî divêt di sindoqê da bête pûç kirin.

Em wekî KNK vê êrişa li ser îradeya xelkên Kurdistan û Tirkîyeyê li merkeza polîtîk ya Kurdistanê li Amedê pêkhatî bi xurtî şermizar dikin. KNK herweha hukûmeta AKPê ihtar dike ku vê bûyerê ron bike. KNK sersaxîyê dide HDPê, xelkê Amedê, Kurdistanîyan û binemalên şehîdan. Şifaya xêrê ji bo hemû birîndaran daxwaza me ye.

Beramberî vê êrişa bêbextane seferberîya ji bo hilbijartinan û hilweşandina baraja seda deh divêt erkê hemû Kurd û Kurdistanîyan û dost û tifaqdarên wan yên Tirkîyeyê be.

Konseya Rêvebir ya KNKê