Languages: English ‏سۆرانی‎

Komkujiyê li ser gelê me yê EZDÎ

Daxûyanîya Çapemenî 15.08.2009 – Dîsa em xeberek xerab a êriskariya komkujiyê li ser gelê me yê EZDÎ dibihîzin. Di 13.08.2009’an da, du kesên xerabkar bi çalakiyeke xwekujiyê êrîsê dibe ser çayxanayekê li bajarokê Sengalê. Di êrîsê de 21 welatiyê me jiya na xwe ji dest dide, 20 welatî jî birîndar dibin.

Ji ber ku ev komkujî, 2 roj berî roja salvegera komkujiya 2007’an li heman herêmê pêkhati bû dibe, gelek balkês e. Êdî armanca van hêzên dijminatiya gelê Kurd dike pir zelaltir dibe.

Ji du armancên sereke yên neyaran yek jê; dixwazin bi van komkujiyan ev gelê me yê bi vî olê dîrokî û herî xurtir temsila çand û nasnama gelê me dike, bi lêdana van derbeyên mezin çavtirsiyayî bike û ji tekosîna gistî ya netewî û demokratîk dûr bixe.

Ya dudiya; dîsa her ew lisk û fitneya xwe ya kevnare xurtir bike, nakokiyên navbêna gelê me yên oldarî mezintir bike û gelê me bi hevdu bide kustin.

Em bawer nakin ku êdî gelê me bi van êrîs û lîstokên neyaraan bêne tirsandin û xapandin. Lewra armanc û helwesta neyaran eskere ye.

Em ji bo welatiyên xwe yên sehîd ji xweda rahmetê dixwazin, ji bo birîndaran sifayê û ji malbatên wan ra jî sebir û xweragiriyê hêvî dikin.

Banga me ji hêzên desthilat û gelê me yên ji olên din ên herêmê ên Kurd ra ev e; li gelê me yê EZDÎ yê wê herêmê xwedî derkevin! Divê berî her kesî hêzen siyasî û desthilat xwe ji xêr û gunehan hemiyan ra berpirsiyar bibînin.

Em xemgînîya gelê xwe yê EZDÎ yê Sengalê parve dikin û xwe pistgirê wan dibînin.

Konseya Rêvebir ya KNKyê
15.08.2009