Languages: English ‏سۆرانی‎

Komkujiya Parîsê

Daxûyanîya Çapemenî 09.01.2014 – Her komkujî di bedana civakan de birînekê vedike. Di bedena kurd de gelek birînên dijwar hatine vekirin. Yek ji van birînên dijwar komkujiya li Payîtexta Fransa, bajarê Soresa Bastilê Parîsê ye. Di komkujiya Parîsê de, sê  siyasetmedarên jinên kurd, roj li nîvro hatin sehîd kirin. Lewma kurd, vê komkujiyê weke bêbextiya sedsalê û sermezariya mirovahiyê binav dikin.

Komkujiya Parîsê, ji gelek aliyan ve manîdar e. Ji ber ku komkujiya bêbextî di  destpêka pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyê de pêk hat. Komkujiya Parîsê, di demeke ku jinên kurd, li Rojhilata Navîn weke pêseng derketin pês, bi jinên Ewropa, Efrîka re ketin nava têkiliyan pêk hat. Komkujiya Parîsê, li bajarê Komisyona Yekîtiya Ewropa û Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropa pêk hat. Ji bo Komkujiya Parîsê jî, sê jinên kurd, Sakine Cansiz, Fîdan Dogan. û Leyla Saylemez hatin bijartin. Ev jî didine xuya kirin ku komkujî, bi profesyonelî, bi plansaziyek stratejîk û bi desteka hêzên global pêk hatiye.

Komkujiya bêbextî,  Tirkiye û Fransa jî di nav de, tevahiya  Yekîtiya Ewropa dibin gumanan de dihêle. Salek di ser komkujiyê re derbas bû, lê Tirkiye, Fransa û Yekîtiya Ewropa hîna bûyer ronî nekirine. Dixwazin ku di sexsê  sîxurekî tirk yê bijarte de  komkujiyê vesêrin û bifetisînin.  Lê komkujiya Parîsê di dîroka Fransa, di dîroka Yekîtiya Ewropa de demxeyeke res e. Heta ku bûyer ji her alî ve neyê ronîkirin, ev gumana mezin û laneta kujeriya bêbext, wê li ser Fransa, Yekîtiya Ewropa û NATO bidome.  Gumanên li ser huquqê gerdûnî, li ser edaleta Fransa û Yekîtiya Ewropa berdewam bikin.

Em weke KNKê bang li Fransa û tevahiya Yekîtiya Ewropa dikin ku, komkujiya bêbext ya Parîsê ronî bikin.

Gelê kurd, bas dizane ku komkujiya Parîsê xelekek ji komploya navneteweyî ye û xwestin mesajên pir-alî bidin gelê Kurd. Lê gelê Kurd tawîzan nade. Pêwiste dagirkerên Kurdistanê û hêzên bazirgan ku destekê didine dagirkeran, bas zanibin ku gelê Kurd yê li welat û derveyî welat, Haraketa Azadiya Kurd û jinên Kurd jî, ji mes û têkosîna azadî û demokrasixuyaniya KNKyê, tu gavekê pas de navêjin. serê xwe ji koletiyê re natewînin.

Em weke KNKê bang li gelê Kurd yê çar parçeyên Kurdistanê  û Ewropa teva dikin ku, li hemberî komkujiyan têkosîna xwe dijwar bikin. Pêwiste di 11ê Çile de, di salvegera komkujiya bêbext ya Parîsê de, her Kurd, dostê kurdan, mirovên xwedî vijdan, astîxwaz û demokrat, li Parîsê bin û daxwaz bikin ku komkujiya Parîsê werê ronîkirin. Divê werê zanîn ku komkujiya li Parîsê, komkujiyên li Kurdistanê pêk tên, li kû dibin bila bibin li dijî tevahiya gelê Kurd têne kirin.

Ronîkirina komkujiya Parîsê wê xelekên komploya navneteweyî û polîtîqa navneteweyî ya li dijî gelê Kurd teva eskere bike. Ronî kirina Komkujiya Parîsê, wê bibe hêrivandina kelih û bircikên fasîzma vesartî. Di heman demê de wê destên li pey çeteyên paramilîter ku bi navê ola îslamê li Rojavayê Kurdistanê terorê dimesînin, komkujiyan dikin jî eskere bike.

Bi mebesta salvegera komkujiya Parîsê, em bang li  partiyên siyasî yên Kurd jî dikin, ku ji komkujiyên li dijî gelê Kurd dersê bigirin, ji bo Kongreya Neteweyî bi dilsozî tevbigerin. Gelê Kurd û Rojhilatê Navîn di pêvajoya dîrokî re derbas dibe. Ev qonax ji her alî ve bi tehlokeyan dagirtî ye. Divê Kurd jî,  his û ramanê berjewendiyên biçûk û teng haraket nekin. Bi  his û ramanê neteweyî haraket bikin. Li dijî komkujî û polîtîqeyên taybet yên li dijî gelê Kurd, ji ku û kê werin dijberiya xwe nîsan bidin.

Konseya Rêvebir ya KNKê