Languages: English ‏سۆرانی‎

KOMKUJIYA “ BINARÎ KURTEK Û YÊN DIN ”, EW TAWANIN YÊN ME HEMÛ ALÎYAN DIKE BERPIRSIYAR!

Ji bo
perleman û hikûmetên başûrê Kurdistan û Îraqa fedral
Giş aliyên siyasî û civakî
Raya giştî ya xelkê Kurdistanê

Roja 27 ê xizîrana 2019an balefirên şer yên dewleta Tirk careke din mina sala 2011an li binara KURTEK du otombîlên sivîl ku malbatek bi temamî tê de bûn, kirina armanc û sê kes hatin qetil kirin û pênc kesên din jî b giranî birîndar bûn. Ku Ev in:

– Abdulla Alî Mîne, Heryad Abdulla û Kurdistan Abdulla, Şehîd ketin û her yek ji, Birîndar bûn. Du ji kuştiyan weha şewitî bûn, bibûn mina komir û kesê nasnedikirin!

Komîteya mafên mirovan ya KNKê dibîne ku her tê û tawan û sûçên dewletên dagîrkerên Kurdistanê li hember gelê me bi şêweyên coraûcor zêde dibin. Dagîrkeran bi merema vala û çolkirina deverên cuda bi siyasetên xwe yên şewitandina axa Kuurdistanê, rojane gund û navçeyên başûrê Kurdistanê bi sedemên bê binema bombaran dikin. Di heman dem dahewên şewitandina dexl û danên cotkararên kurd û tirsandina wan hemû sinûrên exlaqî û mirovî derbaz kirine. Ew bi armanca birçîkirin û xapûrkirina jêrxana aborî vê dikin. Ji bilî hemû van tawan û sûçên dijî mirovahîyê, balefirên şer û tank û topên dewleta Tirk li ser bombarankirina ax û xelkê sivîlê Kurdistanê bi taybetî navçeyên ser sinoran yên ku piranî xelkê sivîl – cotkar û kedkar yên xwedî bidestveanîna jiyara rojane mijûlin lê dijîn.

Em di wê bawerê de ne ku dagîrkerên Kurdistanê bi pilan û rêkeftin şerekî mezin û malwêranker li dijî ax, destkeft û gelê me bi giştî destpêkiriye. Helwêst û karvedana hikûmeta fedral û bêdengîya hikûmet û perlemantoya herêma başûrê Kurdistanê bi vê şêweya bêdengîyê û nesiruştiyê, şer´yetdana tawankariyên dewletên dagîrker bi taybetî yê dewleta Tirk yên li dijî ax û gelê me yê sivîl têne encamdan. Herweha piştgîriyeke ne veşartiya dagîrkeriyê û razîbûne ber bi binpîkirina mafên mirovan ewên ku dewleta Tik li hemberî kurd û tev Kurdistanê peyrev dike.

Komîteya mafên mirovan a KNKê bang û daxwaza hemi hêzên siyasî, sivîl û civakî û mafperwerên kurd û Kurdistanîyên navxwe û diasporayê dikîn ku bi awayekî berpî, mirovdostî û welatparêzane li dijî tawan û sûçên dewleta Tirk û hemû dagîrkerên Kurdistanê bisekinin û erkên ser mile xwe bicih bikin û bêdengîyê bişkînin û li dadgehên nêvneteweyî mina” Lahay “ û rêkxistiyên mafên mirovan û yên taybet bi tawanên komkujîya mirovan gazinc şkayetan li dijî van dewlet û sûçbaran bikin.

Silav li ser giyanê şehîd û gûriyên komkujiya binarê Kurtek û şîfabûnê jib o birîdaran diwazîn.

Em xwe bi hev xemên malbat û kes û kar û gelê xwe dizanin.

Komîteya Mafên Mirovan
Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK